Piştî îstîfaya El-Serac, rewşa Lîbyayê ber bi ku derê ve diçe?

Têkildarî armanc û encamên îstîfaya serokê hikumeta Wîfaqê ya Lîbyayê Fayiz El-Serac alanîzên cuda cuda derdikevin. Pirsa ku xwe dide der çarenûsa lihevkirinên ku El-Serac bi Tirkiyê re îmze kirine û rewşa Lîbyayê ber bi ku ve diçin?

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Enqere ji biryara îstîfaya Fayiz El-Serac ji serokatiya hikumeta Wîfaqê aciz e.

Demeke beriya niha El-Serac ragihandibû ku ew dixwaze ji erka xwe îstîfa bike û berpirsyartiyên xwe radestî desthilata rêveber bike ya ku dê bi avakirina komîteyeke diyalogan encam bigire û di dawiya meha Cotmehê de çareseriyên dawî bibîne.

El-Serac, piştî çend hefteyan ji xwepêşandanên girseyî yên li Terablus û gelek bajarên rojavayê Lîbyayê yên li dijî siyasetên hikumeta Wîfaqê, gendelî û nebaşbûna rewşa aborî, îstîfa kir. Di xwepêşandanan de banga çûna El-Serac hat kirin.

Ji ber nêzîkatiyên li hemberî xwepêşandanan, di navbera El-Serac û zilamê Tirkiyê yên di hikumeta Wîfaqê de wezîrê hundirîn Fethî Axa Paşa nakokî derketin.

Piştî biryara sekinandina Başaga ji erka wî,  milîsên girêdayî Başaga gef li El-Serac xwarin, ji ber vê careke din wezîrê hundirîn vegerand ser erka wî.

Têkildarî mijarê rojnamevanê misirî yê pisporê kar û barên Lîbyayê Mihemed Hesen Amir got: "Fayez El-Serac ragihand ku xwesteka wî ya dev ji kar berde heye, lê bi eşkere îstîfaya xwe ranegihand. Lê nîşanên têkildarî dan û standinên Lîbya-Lîbyayê û diyalogê diyar dikin ku heya Cotmehê dê li Lîbyayê meclisa serokatiyê ya nû hebe ku ji serokê meclisê û du cîgirên wê pêk tê. Her wiha hikûmetek cûda  ji serokwezîr û du cîgirên û wezîran wê were avakirin."

Amir diyar kir ku hikumet dê bibe hikûmetek birêvebirina krîzê ji bo pêvajoya demkî  û ji hêla hemî aliyan ve lihevkirî be.

Rojnamevanê Misirî yê pispor kar û barên Lîbyayê da zanîn ku îstifaya hikûmeta Abdullah El-Sanî rê li pêşiya avakirina hikumetek yekgirtî ji hemû Lîbyayê re vedike. Her wiha destnîşan kir ku mîlîşên Trablusê serwer kirine û Fayiz El-Sarac ne tiştek din bû lê eniyek siyasî bû û li ber milîsên çekdar gotina wî nine, guhertina wî di çareserkirina krîza Lîbyayê de tu wateyê nade.

Amir diyar kir ku li gorî çavkaniyên wî, kesê ku ji bo serokatiya meclisê hatiye destnîşankirin dibe ku şêwirmend Aqîle Salih be, ku di asta navneteweyî de di mijara Misir, Rûsya, Amerika û Tirkiye de kesayetiyek hatiye qebûlkirin ye, bi şertê ku kesek din ji bo serokatiya parlemantoya Lîbyayê were erkedarkirin, tê tercîhkirin ku ji Terablusê were û serokê hikumeta bê girêdayî Terablusê be.

Amir da zanîn ku Misrê dixwaze du tiştên bingehîn piştrast bike û wiha dom da axaftina xwe: "Yek ew e ku ku bigihîje formûlek siyasî ku tê de şepêla îslama siyasî neyê dûrxistin, lê ne xwedî bandorê li hevsengiya biryara siyasî ya Lîbyayê be. Xala duyemîn rê li ber beşdarbûna Misrê di Ji nû ve avakirina Lîbyayê de veke, ku tê plankirin lêçûna wê  4 mîlyar dolar be, hejmarek mezin e û her welatek hewl dide ku di dosyeya jinûveavakirinê de cih bigire."

Li gorî Amir texmîn dike "Rêveberiya Amerîkayê dixwaze beriya 3'ê Mijdarê, anku beriya hilbijartinên serokatiya Amerîkayê destkeftiyan li qada aloziya Lîbyayê bidest bixin. Ji ber ku Trump dixwaze wekî serkeftina siyaseta xwe li Rojhilata Navîn nîşan bide."

Lêkolînerên Misirê yê Kar û Barên Lîbyayê û serokê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Misir Lîbya Mihemed El-Şerîf jî got ku îstîfaya El-Serac di demekê de ku qîmeta wî li gel hevalbendê Tirkiyê kêm bû, pêk hat, nemaze piştî ku Recep Tayyîp Erdogan wî neçar kir ku wezîrê hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaga vegerîne ser erka wî.

El-Şerîf got: "Îstîfaya Fayiz El-Serac piştrast dike ku Tirkiyê ew neçarî îsfakirinê kiriye, nemaze piştî ku îstîxbarata Tirkiyê bi serkêşiya Hakan Fîdan raporeke radestî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku tê behsa paşdeçûna El-Serac di hundirê Lîbyayê de û nerewabûna wî li derve dike. Ji ber vê yekê, Tirkiyê hevalbendê herî bihêz amade kir ku hîn jî derfetên wê hene ku bi rêya meclisa nû ya serokatiyê bighêje desthildariyê, ya ku Neteweyên Yekbûyî û welatên ku di dosyeya Lîbyayê de çalak in dixwazin bigihîjin wê, serokek û du cîgir in. Ev yek dihêle ku rola Tirkiyê di rêveberiya Lîbyayê de dike bi rêya Başaga bimîne, ji ber ku nêrîna siyasî û bîrdoziya Paşxa Axa û ya Tirkiyê yek in."

Lêkolînerê Misirê yê Kar û Barên Lîbyayê El-Serac diyar kir ku tevî lewazbûna El-Serac li pêşiya Fethî Başaga, wê bêyî ku garantî û sozên navdewletî yên derbarê cezeyên dozgeriyê de wê bistîne dest ji desthilatdariyê bernede, nemaze pipştî asta gendeliyê ku Fethî Başaga ew pê tehîdîd kiriye. El-Şerîf got: "Texmîn dikim ku Tirkiyê peymanên berê yên ku bi El-Serac re îmze kirine biparêze û dê kedeke mezin bide ji bo ku di tunebûna El-Serac û çareseriyên Başaga an hevalbendek din ê Tirkiyê de berdewam bike."

El-Şerîf axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Armanca El-Serac a îstifayê gaveke siyasî bi zanîna Tirkiyê pêk hat. Da ku bi aliyê Lîbyayê re li ser lihevkirinên mayîn bidomîne, nemaze ku Tirkiyê têghiştiye ku her desthilateke neteweyî li Lîbyayê dê hemî têkiliyên berê bi Wefaqê re qut bike."

ANHA


Mijarên Din