Piştî teqînên li Hesekê... ajotina motorsiklêtan heta hefteyekê hat qedexekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Hesekê ajotina motorsiklêtan di hundirê bajêr de ji îro heta bi hefteyekê,  ji saet 15:00’an ve, qedexe kir.

Di danê sibê de li bajarê Hesekê 3 teqîn pêk hatin. Tevahî jî bi rêya motorsiklêtên bombebarkirî bûn. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû.

Piştî teqînan, Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Hesekê giştînameyek der barê qedexekirina ajotina motorsiklêtan de weşand ku ji saet 15:00 berêvarê 11’ê meha Tîrmehê dikeve meriyetê de.

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bal kişand ser ku piştî hefteyekê dê bihêle motorsiklêtên ku nimreyên girêdayî» Rêveberiya Xweser pê ve ne, biajon. Ew jî ji saet 06:00’ê sibê heta 20:00’ê êvarê ye. Weke tê zanîn ku ev giştîname li ser hêzên leşkerî  û sivîlan derbasdar e.

Rêveberiyê tekez kir ku çi motorsiklêt heke di navbera hefteyê de bigere dê bê desteserkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din