Piştî Tirkiyê, Misirê li ser sînorê Lîbyayê tetbîqat kir

Piştî ragihandina Tirkiyê ya pêkanîna tetbîqatan di Deryaya Spî de, artêşa Misirê li nêzî sînorê Lîbyayê bi tetbîqata "2020" pêk anî.

Medyaya Misirê ragihand ku hêzên çekar ên Misirê bi şaxê xwe yên sereke tetbîqata "2020" ber bi aliyê rojava ve yê stratejîk ê nêzî sînorê Lîbyayê kir.

Duh (Çarşemê) hêzên deryayî yên Tirkiyê ragihand ku di dema bê de dê tetbîqateke leşkerî mezin li beramberî beravên Lîbyayê pêk bîne. Medyaya Tirkiyê ragihand ku tetbîqat dê bi navê "Naftex" pêk were, dê li peravên Lîbyayî li 3 deverên cûda bicîh bibe, û her yek dê bi navekî taybet be "Barbaros", "Targot Rais" û "Chaka Bay".

Ragihandina pêkanîna tetbîqataan piştî çend rojan ji serdana fermandarê hêzên deryayî yên Tirkiyê Ednan Ozbal û wezîrê parastinê Helûsî Akar ji bo Terablusê pêk hat.

 


Mijarên Din