Piştî têkçûnê yekemîn car e DAIŞ li Iraqê êrîşî zeviyên petrolê dike

Çeteyên DAIŞ`ê êrîşî zeviyên petrolê yên li bakurê Iraqê kir ku yekemîn êrîş e piştî têkçûna wê ya di dawiya sala 2017`an li Iraqê de.

Tora El-Erebiye Net li ser zimanê berpirsekî leşkerî di Fermandariya Çalakiyên Bexdayê de ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê bi çekên sivik û giran êrîşî zeviyên Ecîl û Elas li parêzgeha Selaheddîn a petrolê kir û wiha got: "Êrîşa yekemîn e piştî têkbirina DAIŞ`ê ji parêzgehê ji dawiya sala 2017`an ve."

Her wiha berpirsê leşkerî wiha got: "Mayinek bi erebeya polîsên enerjiyê ve teqiya, lê zirar çênebûn.”

Polîsên Enerjiyê yên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bersiva çeteyên DAIŞ`ê daye û nehiştine bigihîjin cihên petrolê, lê çeteyan hewl da hêzên ewlehiyê yên ku parastina zeviyên petrolê dikin, bikin hedefa xwe, bi wê yekê xwestin rê li pêşiya êrîşê vekin.

Iraqê dawiya sala 2017`an rizgarkirina xaka xwe ji DAIŞ`ê û jinûva avakirina herêmên rizgarkirî ragihand, lê tevî wê yekê êrîşên çeteyan li welêt ranewestiyan û hemleyên hêzên ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî, bi taybet li herêmên çolistan li ser sînorê Sûriyê û Urdunê, didomin.

(jo)


Mijarên Din