Piştî têkçûna Astanayê li herêmên bêçek şerên giran

Piştî bidawîbûna gera 12’an a civînên Astanayê komên çete yên li “herêmên bêçek” êrîşên nû li ser herêmên hêzên rejîmê kirin, di encamê de 17 leşker hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn. Balefirên şer ên Rûsyayê jî gundewarên Idlib û Hemayê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çete şevê din li navenda Zimar û Xan Toman li bejahiya başûr û başûrê Helebê li nav herêmên qaşo bêçek 2 êrîş li ser nuqteyên hêzên rejîmê pêk anîn.

Êrîşa yekemîn çeteyên koma Heres El-Dîn li ser nuqteya hêzên rejîmê li navenda Zimar û Herîş bejahiya başûrê Helebê pêk anî û şer di navbera her du aliyan de derket, di êrîşa duyemîn de çeteyên Ceyş Omer Bin Xetab li nuqteya hêzên rejîmê li navenda Xan Toman li bejahiya başûrê rojava ya Helebê pêk anî.

Şer di navbera her du aliyan de pêk hat, her wiha bombebarana hewayî jî li ser herêmên şer çêbû.

17 leşker û 8 çete hatin kuştin

Di her du êrîşan de 17 leşkerên hêzên rejîmê hatin kuştin û 30 kes birîndar bûn. Her wiha 8 çete hatin kuştin.

Her wiha şevê din balafirên Rûsyayê herêmên li gundewarên Hema û Idlibê bombebaran kirin, balafira şer 4 êrîş pêk anîn, 2 êrîş li ser gundê El-Emqiyê û yek li gundê El-Enkawî ya li Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê û êrîşek jî li gundê Kokba li çiyayê Şehşibû.

Ev yek bi bidawîbûna civîna Astanayê re pêk hat. Civîn jî ji ber nakokiyên dewletan ên li ser komîteya destûrê û rewşa li Idlibê bi bin ket.

(jo)


Mijarên Din