‘Piştî têkçûna DAIŞ’ê dewleta Tirk êrîşên xwe zêde kirin’

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyê wê "Mertala Firatê" ji roja ragihandina têkçûna DAIŞ’ê ve êrîşên xwe yên li ser gundên Babê yên rizgarkirî zêde kirine. Ebû Cûma got armanca vê yekê destekê bide şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û ewlehiyê herêmê têk bibe.

Piştî ku QSD’ê têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ragihand, çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên bi navê “Mertala Firatê” êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê dikin.

Li ser vê mijarê Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma ji ajansa me re axiv û got: “Tirkiyê bi van kiryaran dixwaze şaneyên veşartî yên DAIŞ û çeteyên xwe li herêmên rizgarkirî aktîv bike. Piraniya sûcên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, bi destê şaneyên veşartî yên Tirkiyê çêdibin û DAIŞ digire ser xwe. Sûcê herî dawî hedefkirina benda kontrolê ya Hêzên Erka Xweparastinê li Minbicê bû. Çeteyên girêdayî Tirkiyê ev êrîş pêk anîn."

Ebû Cûma diyar kir ku ji roja ragihandina têkbirina çeteyên DAIŞ’ê heta niha çeteyên "Mertala Firatê" ya dewleta Tirk a dagirker, nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê bi çekên giran topbaran dikin. Ebû Cûma got hema bêje rojane şer di navbea çeteyên Tirkiyê û Meclisa Leşkerî ya Babê de diqewime.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyê bi van topbaranan dixwaze şaneyên veşartî li herêmê aktîv bikin û wiha axivî: “Tirkiye dixwaze, nehêle gel bi serkeftina li dijî DAIŞ’ê keyfxwe bibe.”

Cemal Ebû Cûma diyar kir ku sedemek din a hedefkirina gundên rizgarkirî yên Babê ew ku şêniyên herêma dagirkirî yên Babê ji Meclisa Leşkerî ya Babê dixwazin ku wan ji çeteyên "Mertala Firatê" û dagirkeriya Tirkiyê xilas bikin.

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cûma soz da şêniyên herêmên dagirkirî ku ew amade ne herêmên wan ji çete û dagirkeran rizgar bikin û dê berxwedana xwe heta tevahî herêmê ji zulmê rizgar bikin, berdewam bikin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din