Piştî xebata 10 mehan Pira Kevn a Reqayê vebû

Meclisa Sivîl a Reqayê Pira Kevn vekir û erebeyan dest bi tevgera li ser pirê kir. Bi vê yekê mezintirîn pêngav ber bi jinûveavakirina Reqayê ve hate avêtin.

Meclisa Sivîl a Reqayê piştî xebata 10 mehan a sererastkirina Pira Kevn (Mensûr) a Reqayê ku tekane korîdora di navbera bajarê Reqayê û gundewarên wê de ye, îro vekir û erebeyên kêmî 4 tonan di ser pir re çûn û hatin. Bi vê yekê tevgera di navbera bajêr û bejahiya başûr de dîsa dest pê kir.

Vekirina pirê dê buhayê sebzeyan kêmtir bike. Ji ber ku çavkaniya wan ji bejahiya başûrê bajêr e. Her wiha dê zehmetiyan şêniyan kêm bike û metirsiya li ser jiyana wan ku bi keştiyên biçûk av derbas dikirin, rabû.

Bi dehan şêniyên bajarê Reqayê, hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib Derwîş û bi dehan endamên saziyên sivîl beşdarî vekirina pirê bûn.

Ji berpirsên fenî yên sererastkirina Pira Kevn Hesen Mustefa diyar kir ku wan gelek ked di sererastkirina pirê de da. Her wiha destnîşan kir ku armanca wan ew e ku ji nû ve jiyan û tevgera aborî li bejahiya başûrê Reqayê vegerînin û hemû xebatên wan ji bo xizmeta şêniyan in.

Paşê pir ji aliyê yek ji rêveberên Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê Feyroz Xelîl ve hat vekirin. Bi vê yekê erebeyên kêmtirî 4 tonan di ser pirê re derbas bûn û êş û zehmetiya şêniyan bi dawî bû.

Ji aliyê xwe ve, welatiyê bi navê Ehmed El-Casim spasiya Meclisa Sivîl li ser vekirina pir kir û got: “Îro êş û azarên me bi dawî bûn. Her wiha bi vekirina pirê re, dê buhayê çûn û hatinê jî ku me berê dida xwediyên keştiyên biçûk, kêm bibe.”

Pira Kevn a Reqayê di encama şerê di navbera çeteyên DAIŞ`ê û şervanên QSD`ê de hate rûxandin û 20`ê Mijdara 2017`an de bajarê Reqayê ji aliyê şervanan ve hat rizgarkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din