Piştgiriya Rêveberiya Jinê ji bo aboriya jinê dewam e

Rêveberiya jinan li Tebqayê bi rêya projeyên  xwe yên cur be cur hewildana xebitandina hejmareke mezin ji jinên li herêmê dike û derfetên kar ji wan re peyda bike, bi taybet kesên ku karkerên wan tune bin, ev yek jî bi armanca peydakirina jêdereke debarê.

Rêveberiya jinan li Tebqayê ji bo bilindkirina asta aborî û pêkanîna xweseriya debarê ji jinan re projeyên taybet bi jinan bi berdewamî peyda dike.

Li ser vî esasî niha 5 jin  li gundê El-Sefsafa ku 7 km li rojhilatê Tebqayê ye,  di zeviyê çandiyê ku rûbera wê 35 donim e û ji 206 darên zeytûnan bi cureyên xwe yên(Xeşebî, Nobalî û zeyatî) pêk tê dixebitin. Ev erd girêdayî Rêveberiya Jinan a Tebqayê ye.   

Her wiha dê berhema zeytê û zeytûnan bi rêya Mala Mûnê  ya li Tebqayê were firotin û fayîdên wê jî wê di projeyên Rêveberiya Jinê de werin xerickirin.

Têkildarî mijarê  yek ji Rêveberiya Meclisa Jinan a li gundê El-Sefsafê Henan El-Fetîh diyar kir ku ev proje devbare jiyanê ji bo 5 jinên ji gundê El-Sefsafê re û di heman demê de ji 5 malbatan re peyda kir.

Tê payîn ku Rêveberiya Jinan a Tebqayê ji bo plana projeya çandiyê hejmarek ji jinan ji bo mewsima hilberînê, di çarçoveya piştgirya kardestên jin, ji aliyê enerjiyê û berhemdarî de tekeziya xweseriya jinan bike, wê tevlî nava projeyên xwe bike.

(eh)

ANHA

  


Mijarên Din