​​​​​​​PJAK-KODAR: Têkoşîna Rêzan Cavîd manîfestoya rêya mezin ya tevgera me ye

KODAR û PJAK’ê hevreyê xwe Rêzan Cavîd bi bîr anî û diyar kir ku “Tekoşîna heval Rêzan Cavîd, wê weke manîfestoya rêya mezin ya tevgera me û hêzên gerîlla heya serkeftinê teqez bimîne.”

Herdû rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PAJK) û Komalgeya Demokratîk û Azad a Kurdistanê (KODAR) bi daxûyaniyeke hevbeş hevreyê xwe Rêzan Cavîd ku di 6’ê Tebaxê de li taxa Sinaî ya Qamişlo di encama êrîşeke balafirên bêmirov ên biçek ên dagirkeriya Tirkiyê de şehîd bûbû, bi bîr anî.

KODAR û PJAK`ê, bal kişandin ser têkoşîna domdirêj ya Rêzan Cavîd û hewldanên wî yên ji bo yekîtiya demokratîk ya netewî û gotin, “em sond dixwin ku rêya wî bikin rêyek tijî rêvî û bi tekoşînêke xurttir ji berê mezintirîn, daxwaza wî, yanî pêkanîna yekitiya netewî-demokratîk di her çar beşên Kurdistanê de û destxistina teqez ya azadiyê ji bo gelê me pêk bînin.”

Daxûyaniya PJAK û KODAR’ê bi vî awayî ye:

“Îro şoreşa mezin û mirovahiyane ya gelê Kurd di hestiyartirîn dema xwe de ber bi azadiyê ve diçe. Gelê Kurd û tevgera wê ya azadîxwaz di destnîşankertirîn qonaxa xwe ya tekoşînê de ye û her demê zêdetir nêzî serkeftinê ye û binirxtirîn û layiqtirîn destkeftên netewî- demokratîk dest xwe xistine. Dijminên tevger û gelê me di pêvajoya niha de ku tekoşîna fedakarane û fedayiyane ya gerîlla û gel di bilindtirîn asta xwe de ye, ji ber nêzîkbûna gelê me ji azadiyê re, her demê zêdetir ketiye nava tirsê, ji bo wê jî êrişên bêrehmane, berfireh dikin û hemû destkeft û hebûna gelê me dikine armanca xwe da ku tune bikin.

Di encama yek ji êrişên dijmin û xayinan de, roja 6`ê Tebaxa 2022`an di taxa Sinai ya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê de, hevalê me yê hêja heval Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) şehîd bû. Şehadeta heval Rêzan Cavîd xisareke mezine ji bo tevgera azadîxwaz a rêxistina me “Komelgeya Demokaratîk û Azad a Kurdistan (KODAR) û hemû gelê Kurd e. Em wan êrişên dijminan û bi taybet êrişên rejîma faşîst û dagîrkeriya Tirkiyê prostesto dikin û ji ber şehadeta hevalê xwe ji Rêber APO, gelê welatparêz yê bajarê Mehabadê û malbata Rebanî û hemû gelê Kurd û azadîxwazên ku ji bo azadiyê fedakarî û fedayitiyê dikin sersaxiyê dixwazin. Rêya şehîd Rêzan Cavîd, rêya Rêber APO û tekoşîna heval Rêzan jî berdewama tekoşîna qehremanane ji bo destxistina binirxitirîn destkeftên azadîxwaz yên mirovî ye.

Heval Rêzan Cavîd weke endamê konseya rêveber ya Komelgeya Demokratîk û Azad ya Rojhilatê Kurdistan (KODAR) ji bo pêşxistina xebatên pêkanîna yekitiya netewî-demokratîk a gelê me di her çar beşên Kurdistanê û şopandina nêzîk ya ezmûna gelê me di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê  û Rojavayê Kurdistanê de çêbû. Şehadeta heval Rêzan Cavîd û dehan zarokên gelê me di Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyê de, isbat dike ku dijminên gelê me dest dane destê hev da ku pêşî li wê şoreşa biheybet bigirin û bi armanc girtina pêşengên gel di hemû beşên Kurdistanê de, nehêlin gelê me û tekoşîna wan rêya xwe berdewam bike.

Şehîd Rêzan Cavîd, sala 2003`an tevlî tevgera azadîxwaz bû. Ew endamê kongreya damezirandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bû û bi tekoşîna xwe ya bêsekin, şitla wê av da û mezin kir. Ew bû sembola fedayitî ji bo gelê xwe û tenê yek kêliyê jî di wê rêya dijwar ya azadiyê de dudil nebû. Hevalê me yê hêja ji destpêka damezirandina PJAK’ê de di qadên rewşenbîrî û çapemenî heya endamtiya meclisa PJAK’ê ji bo pêşde birina şoreşa gelê me tekoşîneke mezin kir. Her wiha sala 2014’an di kongreya damezirandina “Komelgeya Democratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR) de jî amade bû û ji ber dirustî û tekoşerî û keda xwe bû layiqê hilbijartin weke hevserokê KODAR’ê û heya dawiya dema karê xwe wisa kar û xebat kir.

Şehîdê giranbûha, Rêzan Cavîd bi dirêjahiya salên xwe yên tekoşînê weke kesayeteke pak û dirust, bû xemxwarê gelê xwe û tevgera azadîxwaza gelê Kurd û girêdayî rêya tekoşîna Rêber APO. Bi tekoşîna xwe bû kesayeteke Apocî ku di nava gelê me bitaybet li Rojhilatê Kurdistanê de hate naskirin. Şêwazê fedakarane û fedayî yê hevalê me di nav gel de binavûdeng bû. Ji heman destpêkê ji bo yekitiya gelê Kurd û partî û rêxistinên her çar beşên Kurdistanê kedeke mezin da û qet jê newestiya. Bi taybet di xebatên lidarxistina kongreya netewiya Kurd di bajarê Hewlêrê de amade bû û şopeke birûmet ji bo dîroka gelê me li pey xwe hişt. Ji bo heman mebestê jî û ji bo pêkanîna yekitiya netewî-demokratîk di her çar beşên Kurdistanê tekoşîn kir, yekitiyek ku daxwaza tevger, Rêber Apo û gelê Kurd û sembola destxistina azadiya teqez e. Hevalê Rêzan Cavîd, di berdewamiya heman keda mezin de çû Rojavayê Kurdistanê da ku bi hinek kar û xebatan, zemîneya yekitiya netewî-demokratîk xurttir bike. Şehadeta wî xusareke mezin ji bo gelê me ye, lê kevneşopiya me ya tekoşînê bilind kirina ala tekoşîna hevalê me yê şehîd e. Em weke Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR)’ê û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê sond dixwin ku rêya wî bikin rêyek tije rêvî û bi tekoşînêke xurttir ji berê mezintirîn daxwaza wî yanî pêkanîna yekitiya netewî-demokratîk di her çar beşên Kurdistanê de û destxistina teqez ya azadiyê ji bo gelê me pêk bînin.

Weke Konseya Rêveber ya Komelgeya Demokratîk û Azad a Kurdistanê (KODAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) careke din em êrişên qirker yên dewleta faşîst û dagîrker a Tirkiyê protesto dikin û ji ber şehadeta hevalê xwe Rêzan Cavîd (Yûsif Rebanî) ji malbata wî ya rêzdar û gelê welatparêz yê bajarê Mehabadê û hevalên wî yên tekoşer û gelê me di her çar beşên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em ji hemû gelê me û dilsojên rêya azadî û demokrasiyê, bi taybet hezkirî û hevrêyên rêya mezin û şoreşgerane ya heval Rêzan Cavîd dixwazin ku ji bo bîranîna wî şehîdê giranbuha û mayende kirina rêya tekoşîna wî di merasima bîranîna wî de bigihîjin hev û dijim bêhêvî bikin. Amadebûna gelê me li cem malbata rêzdar ya şehîd Rêzan Cavîd wê bibe sedema dilxweşiya wan û bihêvî bûneke zêdetir ji bo rêya azadîxwazane ya şehîdê me yê mezin. Em, konseya rêveber ya Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR) û meclisa Partiya Jiyana Azada Kurdistan (PJAK) sond dixwin ku heya nefesa xwe ya dawî ji bo azadiya gelê xwe û berdewamiya rêya şehîdan hemû fedakarî û fedayitiyê pêwîst bikin û bi destxistina azadiyê daxwaz hemû şehîdan û tevger û gelê xwe pêk bînin. Tekoşîna heval Rêzan Cavîd wê weke manîfestoya rêya mezin ya tevgera me û hêzên gerîlla heya serkeftina teqez bimîne. Em ê bihêztir ji berê tekoşîna xwe xurt bikin û azadiyê dest bixin. Ew dê bibe tolhildanek ji bo şehadeta hevalên me yên şehîd.”

ANHA


Mijarên Din