Pêkhateya Ereb li Hesekê: Em bi çek û wijdan bi QSD'ê re ne

Welatiyên Ereb ên Hesekê anîn ziman ku ew ê li dijî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin.

Dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye bi taybet li dijî Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa û Şehbayê zêdetir kirine û zarok, jin û kesên bi temen, fermandarn ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirine û ew têk birine û yên civakê rêxistin kirine, dike hedef.

Pêkhateyê Ereb a kantona Hesekê diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye armanc dikin herêmê dagir bikin, aramî û istîqrara herêmê têk bibin.

Welatiya bi navê Esma Mistefa ya ji bajarê Hesekê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha got:" Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê red dikin û dixwazin di nav aramî û ewlehiyê de û bê şer bijîn."

Esma El-Silî ya ji navçeya Zirganê ye anî ziman ku navçe di rojên dijwar re derbas dibe û diyar kir ku êrişên dewleta Tirk yekser şêniyan dike hedef û di encama wê de birîndar û şehîd çêdibin.

Esma El-Silî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye ew e ku herêmê dagir bike, şêniyan koçber bike da ku herêmê ji şêniyên resen vala bike û tirsê bixe nav wan.

Esma El-Silî weke tevahî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriye dijîn got, ew amade ne li hember êrişên dagirkeriyê yên deweleta Tirk bisekinin û bi axa xwe ve girêdayî ne.

Welatiyê bi navê Hemîd Elûş ê ji gundekî başûrê Hesekê êrişên dewleta Tirk û her êrişeke dijminane li dijî herêmê şermezar kir.

Hemîd Elûş berxwedana QSD'ê û Hêzên Parastina Gel (HPG) ên li dijî êrişên dewleat Tirk a dagirker silav kir û got:" Em bi wijdan, mal û milk û çekê xwe bi wan re ne."

(dm)

ANHA


Mijarên Din