Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade ne sînorên xwe biparêzin

Şêniyên Dirbêsiyê û Şedadê diyar kir ku ew amade ne sînorên xwe ji her êrîşeke ji derve û gefên Tirkiyê yên domdar ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.

Gefên Tirkiyê ji bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in. Tirkiye piştî dagirkirina Efrînê hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya komkirina hêzên xwe li ser sînor, dagir bike.

Girêdayî mijarê şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Şedadê yên kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivîn û tekez kir ku armanca Erdogan a sereke ji gefên Tirkiyê çandina tirsê di navbera şêniyan de, têkbirina projeya demokratîk a herêmê û pêkanîna komkujiyan der heqê şêniyan de ye.

Tişta ku em dixwazin parastina sînorên me ye

Şêniyê bi navê Xalid Şêxmûs got: "Dewleta Tirk di nav aloziyên hundirîn de ye. Ji bo ku wan aloziya derbasî derve bike dem demê gefa êrîşan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Lê tişta ku em dixwazin, em bi xwe sînorên xwe ji her êrîşekê biparêzin."

Şêxmûs diyar kir ku ew gefên Trikiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dike û wiha domand: "Wek şênî berxwedan berbijarka me ye û em dagirkerî bi tevahiya cureyên wê ve red dikin."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Xelîl Dawûd diyar kir ku ciwanên herêmê li hember çeteyên DAIŞ`ê li berxwe dan û ewlehî li herêmê peyda kirin û wiha domand: "Em gelekî aştîxwaz in û em şer naxwazin. Em ê li rex hêzên xwe di xendekekê de şer bikin."

Şêniyê bi navê Elî Îso bal kişand ser ku dewleta Tirk a dagirker îdia dike ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser ewlehiya wê xeter in û wiha pê de çû: "Lê ev rêbaz hemû ji bo dagirkirina herêmên me ne mîna ku Efrîn dagir kiriye û komkujî pêk aniye."

Girêdayî heman mijarê şêniyên Şedadê girêdana xwe bi bingehên jiyana hevpar û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên Tirkiyê yên domdar tekez kir.

Şêniyên navçeya Şedadê ji êl û rûspiyan gefên Tirkiyê û komkirina hêzên xwe ser sînor şermezar kirin û tekez kirin ku ew amade ne axa xwe ji çeteyên Erdogan biparêzin.

Şêniyê bi navê Mihemed Ebid El-Xelîf ji navçeya Şedadê got: "Wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tevahiya pêkahteyên Ereb, Kurd û Suryan jiyana hevpar ji mafê me ye bi taybet piştî hevgirtina me li dijî terorê û qewirandina wê."

El-Xelîf wiha domand: "Armanc, çaranûs, serkeftin û dijminê me yek in. Em nahêlin ne Tirkiye û dewleteke din ewlehiya me bihejîne, bi taybet piştî fedakariyên ku me ji bo serkeftin û azadiyê dane."

El-Xelîf tekez kir ku gelên herêmê amade ne çek rakin û destê ku ewlehiya herêmê bihejîne qut bikin. El-Xelîf got: "Kesê ku li hember çeteyan bi ser ketiye, dikare herêmê biparêze."

El-Xelîf bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên Tirkiyê şermezar kir û wiha berdewam kir: "Rêzdariya sînoran erka dewleta cîran e."

Têkildarî vê mijarê serokê Meclisa Êlên Şedadê Silêman El-Derwîş bi navê êlên herêmê axivî û got: "Em nahêlin dewleta Tirk a dagirker gavekê pêşde biçe. Tu cudahî di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tune ye. Ji ber ew ê bibe mertal û keleha ku axa xwe biparêze."

Di dawiyê de El-Derwîş tekez kir ku ciwanên êlan ji bo parastina sînorên Girê Spî, Dirbêsiyê û herêmên ser sînor amade ne canê xwe feda bikin û rê li pêşiya Erdogan bigirin û got: "Parastin mafê ciwanên me yê rewa ye û dê şopdarên rêyên birayên xwe yên şehîd bin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din