Pêkhateyên Efrînê: Em hêvî dikin ku di 4`ê Nîsanê de agahiya bidawîbûna tecrîdê bibihîzin

Pêkhateyên kantona Efrînê ji Ermen, êzidî û xiristiyanan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek hilatina rojê piştî salên zilmê li ser gelên Rojhilata Navîn bi nav kir û hêvî kir ku di 4`ê Nîsanê de tecrîda ku li Ocalan hatiye ferzkirin, bi dawî bibe.

4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 70`yemîn e. Gelê Kurd û dostên wan her sal rojbûna Ocalan pîroz dikin.

Şêniyên kantona Efrînê ku li Şehbayê dimînin, girêdayî mijarê hestên xwe rave kirin.

Gîvara Ednan ê êzidî wiha got: "4`ê Nîsanê rojbûna Ocalan e. Ew roj kaxizeke spî û nû ye û tê de jiyanek ji deshilatdarî û dîktatoriyê dûr, hate afirandin. Hemû kesên ku fikr û felsefeya Ocalan pêk tînin,li ser rêya azadiyê dimeşin. "

Gîvara destnîşan kir ku Erdogan bi dîlgirtina Ocalan dê nikaribe xewnên xwe pêk bîne, ji ber ku gel bi Ocalan bawer e û hewl dide fikr û felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan li tevahiya cîhanê belav bike. Gel dê dest ji pêkanîna proje û azadiya Ocalan gav paşde neavêje.

Ji aliyê xwe ve jina ji pêkhateya Ermen a bi navê Hêvîn Ehmed got: "Em hêvî dikin ku di vê roja pîroz de agahiya bidawîbûna tecrîda giran a ku li Ocalan hatiye ferzkirin, bibihîzin û Ocalan azad bibe. Di heman demê de bi vê boneyê em girêdan û berdewamkirina têkoşîna li ser rêgeza Ocalan tekez dikin. Rêgeza Ocalan biratiya durist bi fikrên xwe yên demokratîk ava kir."

Xoşnav Mele Elî yê ji pêkhateya xiristiyan destnîşan kir ku gelê herêmê 4`ê Nîsanê wek hilatina rojê piştî salên tarî û zilmê li ser tevahiya ol û çînên civakê dibîne û wiha dewam kir: “Ocalan fikrên xwe yên demokratîk pêşkêşî gelên herêmê kirin. Ji aliyê xwe ve gel ji bo azadiya wî û azadiya tevahiya gelan dê bixebite.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din