Pêkhateyên Girê Spî: Em ê li dijî dagirkeriyê bibin mertalên zindî

Şêniyên kantona Girê Spî gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Em ê li dijî dagirkeriyê bibin mertalên zindî.”

Di bin konê çalakiyê ku hemû pêkhateyên kantonê beşdar bûn, şêniyên kantona Girê Spî ji ajansa me re axivîn.

 Di vê derbarê de ajansa ANHA`yê hevpeyvîn bi Alî Hemîdî yê ku ji pêkhateya Ereb û beşdarî çalakiya ku li taxa El-Menbitahê ya beramberî sînorê Tirikiyê ye bûye, çêkir. 

Hemîdî got:"Em beşdarî konê çalakiyê bûne, da ku em ji cîhanê, nexasim ji Tirkiyê re bibêjin; ku em aşîtîxwaz in ne şerxwaz in. Da ku cîhan bizanibe ku em dev ji xaka xwe bernadin û bêrûmetiyê napejirînin."

Şêniyê ji pêkhateya Ereb ku şêniyê Girê Spî ye, got:"Êdî ji gefên li ser herêmên me û destwerdanên di karûbarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bes e, em piştgiriya xwe ji hêzên xwe re tekez dikin û dev ji buhostek ji xaka xwe bernadin."

Tê zanîn ku ji 10`ê mehê ve û bi gefên ku serokê Tirkiyê Receb Tayyîb Erdogan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê QSD`ê ve tên parastin, dewleta Tirkiyê li ser sînorê Tirkiyê hêzên xwe xurt dike.

Di encamê de sînorê beramberî bajarê Girê Spî rastî liv û tegerek berbiçav tê û xendeqan li seranserî sînor çêdikin.

Wetha Mihslim jî yek ji beşdarên çalakiyê ye ji ajansa ANHA`yê re got:"Em gefên Tirkiyê  yên li ser xaka kantona xwe red û şermezar dikin. Em wek dayîkên şehîdan em ê şopdarên rêya zarokên xwe bin. Em ê nehêlin destwerdana buhostek ji xaka ku bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, bikin."

Ciwanê Tirkumen Îmad El-Tirkumanî got ku ciwanên herêmê dê rê nedin Tirkiyê ku destwerdana rewşa Sûriyê bikin û wiha anî ziman:"Em ê li dijî hêzên ku hewldana dagirkerina xaka me dikin, di serî de Tirkiyê mertalên zindî bin."

Îmad wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em nabin qurban, em ji xurtkirina hêzên Tirkiyê natirsin.isbata vê yekê jî beşariya me ji bin konê çalakiyê re ye , ku hemû siyastên dagirkeriya Tirkiyê tê dibe ye."

(eh)

ANHA 

 


Mijarên Din