Pêkhateyên Helebê: Bi piştevaniyê dê daxwazên çalakgeran pêk werin

Pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê çalakgerên grevên birçîbûnê ku bi pêşengtiya Leyla Guven dest pê kiriye silav kirin û diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe nesekinînin heta tecrîda li ser Ocalaln bi dawî bikin.

Çalakiya konvendanê ya Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê didome.

Jina bi navê Sultana Mihemed ku tevlî çalakiya konvedanê bûye, li ser armanca xwe ya tevlêbûnê wiha tîne ziman: ‘‘ Em li vir in da ku piştgiriyê bibin berxwedana Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevalên wan a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Em dikarin bêjin ku pêngava Leyla Guven daye destpêkirin jinên Vietnamê tîne bîra me ku ji bo azadiya welatê xwe li hemberî tank û planên dijmin zarên xwe feda kirin."

Sultana got, divê her jineke xeta berxwedanê esas bigire.

Jina bi navê Nazik Letûf jî anî ziman ku hemû pêkhateyên taxa Şêxmeqsûdê li hemberî êrîşên herî dijwar li ber xwe dan, taxa Şêxmeqsûd nimûna hêz û vîna gel e.

Nazik, berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di grevên birçîbûnê de silav kirin.

‘Bi piştevaniyê zulm bi dawî dibe û daxwaz pêk tên‘

Şêniyê bi navê Henîf Horo destnîşan kir ku serdana şêniyan a ji bo çalakiyê piştgiriya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û têkbirina planên li hemberî tinekirina hebûna Kurdan e.

Henîf got: " Em mafdar in, çalakiyên me wê nesekinin heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û Efrînê rizgar bibe."

Jorc Muhîb ku endamê Hêzên Parastina Civakî ye ji pêkhateyê Suryan e wiha got: "Em hatin bin kon da ku berxwedana girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de û grevên birçîbûnê silav bikin. Em wekî Suryan piştgiriyê didin berxwedana ku dê zulmê rake û daxwazan pêk bîne."

(bb)

ANHA


Mijarên Din