Pêkhateyên Helebê Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî

Pêkhateyên Kurd ên li bajarê Helebê Komkujiya Helebçeyê di salvegera wê ya 32`yan de şermezar kir û banga yekitiyê kir.

Komkujiya Helebçeyê di salvegera xwe ya 32`yan de hat şermezarkirin. Komkujî ji aliyê rejîma Sedam Husên ve li dijî gelê Kurd ê bajarê Helebçeyê pêk hat. Di vê derbarê de pêkhateyên Kurd ên li bajarê Helebê ji ANHA’yê re axivîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Xelîl wiha got: "Em wek şêniyên taxa Şêxmeqsûd komkujiya Helebçeyê şermezar dikin. Ew komkujî encama zîhniyeta şovenîst a rejîma Baasê bû."

Xelîl îşaret bi xetereyên li ser gelê Kurd kir, banga yekitiyê kir û ev tişt anî ziman: "Ji bo ev yek îro careke din dubare nebe, em bang li tevahî hêzên Kurd dikin ku kongreya nîştimanî ya Kurdistanê li dar bixin. Heger kongre neyê lidarxistin, dê zêdetir komkujî li dijî me pêk werin û siyaseta qirkirina gelê Kurd ji aliyê sîstema faşîst ve dê bidome."

Welatiyê bi navê Qaziqlî Husên jî wiha axivî: "Dîroka gelê kurd bi xwînê tê nasîn. Pêwîstiya me bi yekitiya Kurdan û lidarxistina kongreya nîştimanî heye da ku zêdetir komkujî li dijî me neyên kirin û ji bindestiyê rizgar bibin. Divê em ji tevahî cîhanê re îsbat bikin ku em amade ne daxwaza mafên xwe bikin. Sekna me îro ji bo Helebçeyê ji bo parastina pîvanên me ye."

Her wiha Fîdan Mehmûd jî piştrast kir ku komkujiyên bi vî awayî wan ji xwestina mafên wan ên rewa venagerîne û ev titş got: "16`ê Adarê ji gelê Kurd re rojeke girîng e. Di vê rojê de balafirên rejîma Baasê bi çekên kîmyasal li dijî şêniyên Helebçeyê bi kar anî. Bi hezeran zarok, jin û mêr di encama wê de şehîd bûn. Em bang li gelê Kurd, bi taybet partiyên Kurd dikin ku ji bo parastina gelê Kurd yekitiya xwe ava bikin da ku komkujiya Helebçeyê careke din dubare nebe û em kiryarên artêşa Tirk a dagirker li dijî Kurdên li Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê ji bîr nekin. Armanca wan ew e ku Kurdan qir bikin. Em jî ji wan re dibêjin em hene."

(bx)

ANHA


Mijarên Din