Pêkhateyên herêma Cizîrê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn

Pêkhateyên herêma Cizîrê destnîşan kir ku bûyerên 12`ê Adarê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatibûn plankirin û pê armanc dikir ku tevliheviyê di navbera pêkhateyên Sûriyê de derxin.

Îro salvegera 16`emîn a Serhildana Qamişlo ye. Di encama wê de 40 sivîlên Kurd bi guleyên hêzên hikûmeta Sûriyê û bi îşkenceyê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve şehîd bûn.

HESEKÊ

Ji bo bîranîna şehîdên Serhildana Qamişlo Meclisa Kantona Hesekê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisê Semer Abdullah ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Cihê meha Adarê li gel gelê Kurd pir mezin e. Ji ber meha berxwedan û serhildanên li dijî zilm, tundî û binpêkirinê ye.

Serhildana Qamişlo qîrîna destpêkê ya tevgera gelê Kurd li dijî faşîzm û şovenîstiyê ye. Hewl dan tevliheviyê di navbera Kurd û Ereban de çêkin, derbeyê li aştiya di navbera pêkhateyan de bixin û welatiyê Sûriyê dûrî dozên sereke di azadî, mafî û wekheviyê d bixin.

Tu hêz nikare hevgirtina nîştimanî ya Sûriyê ya di navbera Ereb, Kurd û hemû pêkhateyan de bişikîne. Hevgirtina me dê li hember hemû hewldanên tevliheviyê bimîne."

DIRBÊSIYÊ

Meclisa navçeya Dirbêsiyê ji bo bîranîna şehîdên Serhildana 12`ê Adarê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Nesrîn Mamo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku komkujiya Qamişlo komployek ji aliyê partiya Baas a şovenîst ve hatibû plankirin û armanca wê ku tevliheviyê di navbera Kurd û Ereban de çêke lê armancên wan bi ser neketin.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê hat kirin ku li hember komployên li dijî wan têne kirin bi hevgirtin bisekinin û çareseriya tekane li Sûriyê di yekitiya nîştimanî di navbera gelê Sûriyê de ye. 

Her wiha hat diyarkirin ku paşguhkirina kesan xizmeta çareseriyê li Sûriyê nake û heger maf û bi taybet ên gelê Kurd werin paşguhkirin tu carî çareserî li Sûriyê çênabe.

DÊRIK

Bi sedan şêniyên Dêrikê, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl berê xwe da goristana bajêr.

Li goristanê meclisa navçeya Dêrikê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Dêrikê Dîlber Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin meşaleya azadiyê ji destpêkê û heta van kêliyan tu carî venemiriye, ji ber gel û pêkhateyênê herêmê yên azadîxwaz û demokratîk di projeya demokratîk de û li ser esasê neteweya demokratîk û biratiya gelan bi ser ketin da ku bibe berdewama Serhildana 12`ê Adarê.

Paşê bi navê rêxistin û partiyên siaysî li Dêrikê daxuyaniyek ji aliyê Şewket Berazî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de banga yekitiyê û yekrêziya siyasî ya kurdî li hember xeteriyên mezin û hewldanên binpêkirin û tinekirina doza gelê Kurd li Sûriyê, hat kirin.

Di dawiyê de şêniyan kulîlk li ser gora du şehîdên Serhildana 12`ê Adarê (Hisên Nûrî Hesen û Welîd Bedrî Şahîn) danîn.

GIRKÊ LEGÊ

Bi armanca bîranîna şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa li têketina bajarokê Abirê kom bûn. Paşê bi meşeke girseyî ber bi goristana gund ve çûn ku gora şehîd Ehmed Merî yê di encama Serhildana Qamişlo de şehîd bû lê ye.

Şêniyan li goristanê şehîd bi bîr anîn û paşê ser navê navçeya Girkê Legê daxuyanî hate xwendin.Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girîngiya bilindkirina asta têkoşîn û piştgiriya rêgeza biratiya gelan ên li dijî êrişên herêmê dikin armanc.

Her wiha bavê şehîd Ehmed Merî Merî Mihmed Îbarahîm bi xêr hatina beşdaran kir û soza berdewamiya rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Paşê gul danîn ser gora şehîd û sloganên "Şehîd namirin" berz kirin.

TIL BERAK

Şêniyên navçeya Til Berakê bi daxuyaniyekê Serhildana Qamişlo bi bîr anîn.Daxuyanî ji aliyê heverokê Meclisa Navçeya Til Berakê Abdulselam Hesanî û bi beşdariya nûnerên saziyên li navçeyê hate xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Bûyera stata Qamişlo komployek bû, desthilata rejîma Sûriyê bi armanca xuliqandina nakokiyên di navbera gelên Kurd û Ereb de ev komplo pêk da meşandin, di encamê de rejîm bi armanca mayîndakirina desthilta xwe siyaseta parçe bike û bi rê ve bibe bi kar tîne.

Her wiha daxuyaniyê piştrast kir, ku bîrweriya gel ev komplo têk birin û îro şêniyên herêmê berhema hevgirtina xwe diçinin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku sîstemên destpotîzîmê hîn jî gelên Kurd dikin armanc û doza kurdî înkar dikin.Komplo di şexsê rêber Abdullah Ocalan de gelên Rojhilata Navîn dike armanc.

Li ser vî esasê em bang li hemû pêkhateyan dikin ku li dijî xeteriya herêmê dike armanc bi erka xwe rabin û parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, bikin.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîsê û endamên saziyên sivîl 16`mîn salvegera Serhildana Qamişlo bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

Di daxuayniyê de hate diyarkirin ku serhildana Qamişlo li dijî dîktatoran rabû û li tevahiya bajar û herêmên din berbelav bû, serhildanê û Şoreşa Rojava ji cîhanê re isbat kir ku gelên me gelekî zindî ye, aşiqên azadî û demokratiyê ne, isbata vê yekê projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e ku berdewama Serhildana 12’ê Adara 2004`an e.

AMÛDÊ

Şêniyên navçeya Amûdê salvegera 16`mîn a Serhildana Qamişlo li qada Şehîd Cîhad a naverasta navçeya Amûdê û gundên wê bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.Daxuyanî bi beşdariya bi dehan  şênî ji aliyê serokê Meclisa Navçeya Amûdê Abdullah Ehmed ve hate xwendin.

ŞEDADÊ

Di heman çarçoveyê de saziyên sivîl ên li Şedadê hewldana rejîma Baasê ya derxistina nakokiyên di navbera pêkhateyên herêmê de şermezar kir û diyar kirin ku ev komplo bi armanca derbekirin û parçekirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Daxuyaniya ji aliyên endama Saziya Malbatên Şehîdan Nacî Nicûm û endama rêveberiya Kongreya Star Emîra Esed hate xwendin, destnîşan kir ku komloya 2004`an hîn jî li dijî gelên Sûriyê berdewam e û komploya herî dawîn bûyera şewata gereva Îmraliyê ye ku rêber Ocalan tê de dîlgirtiye ye.Daxuyaniyê piştrast kir ku komkujiya Qamişlo ewlehiya herêmê dikir armanc û hewldana derxistina nakokiyên di navbera hemû gelan de dikir armanc.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din