Pêkhateyên Qamişlo: Em bi biratiya gelan dibin hêz

Pêkhateyên Qamişlo diyar kir ku vîn û siyaseta li ser bingeha biratiya gelan hêza wan a berxwedanê mezintir dike û wê bi vîna xwe hemû herêmên di bin dagirkeriyê de rizgar bikin.

Pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê hatiye avakirin. Gelên herêmê bi vê sîstemê li hember hemû êrişan hem karî hebûna xwe biparêzin hem jî karîn çandeke wekhev û demokratîk a ku pê bikarin bi hev re di nava aştiyê de bijîn, afirandin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bal kişand ser zîhniyet û sîstema Rêveberiya Xweser ku di Rojhilata Navîn de rê li ber têgihîştineke nû vedike û got bi vê ferastê ruxmî hemû êriş û destwerdanan di aliyê sîstema jiyana hevpar de gavên girîng û dîrokî hatin avêtin.

Şêniyan got ku, bi vê sîstemê gelan karî hêza xwe bikin yekin da ku bikarin hem hêza xwe mezin bikin hem jî li hember desthilatdarên ku dixwazin li herêmê di navbera gelan de şerekî derxin, yekbûyîna xwe biparêzin.

‘HERÊMA ME JI BO DERVE JÎ BÛ ÇIRAYEK’

Haşim Şiwêş ku ji pêkhateya Kurd e û şêniyê bajarê Qamişlo ye, der barê mijarê de wiha axivî: “Bi pêşxistina çanda biratiya gelan em îro ji yên derveyî herêmên xwe re jî dibine mînak. Bi vê feraset û sîstema ku li ser esasê wekhevî û biratiya gelan bi pêş dikeve, herêmên me ji bo her kesekî dibin çirayek û rê nîşan didin. Lê mixabin herêmên ku derveyî herêmê me ne, rewşa wan xeternak e.”

Haşim da zanîn ku sîstema wan a biratiya gelan her ku bi pêş bikeve dê tu kes nekare berxwedana wan bişikîne û got: "Em bi biratiya gelan bi hêz dibin, em ê herêmên xwe rizgar bikin."

Ebd El-Rezaq Elî jî ku ji pêkhateya Ereb e û ji şêniyên navçeya Tirbesbiyê ya bajarê Qamişlo ye, der barê mijarê de wiha got: "Piştî ku rêber Ocalan fikra biratiya gelan derxist pêş, me encamên gelekî girîng dîtin. Bi vê çand û ferasetê em hemû pêkhate di nava aştiyê de dijîn.”

Ebd El-Rezaq bi mînakekê biratiya gelan pênase kir û wiha pê de çû: "Dema ku di destpêkê de ev raman û feraset derkete hole, bi gel re tirs û guman hebûn, lê a niha ev tirs neman. Lê dema ku ev sîstem hindek hat naskirin û vegeriya rêxistinekê, her kes lê xwedî derket.”

Her wiha Lehdo Meraha ku ji pêkhateya Suryan e û ji Qamişlo ye, da zanîn ku hezkirin ji biratiya gelan tê û got: "Bi sedan salan e Kurd û Siryan bi hev re di nava aştiyekê de dijîn. Îro jî ev hezkirina di navbera gelan de bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêhtir tê dîtin."

Lehdo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û qirker di serî de êrişî biratiya gelan dike û wiha lê zêde kir: "Erdogan bi xwe cudahî di navbera hemû cîhanê de dide çêkirin û tekane armanca wî ew e ku di navbera gelan de şer bide çêkirin."


Mijarên Din