Pêkhateyên Til Temirê banga xurtkirina hevgirtinê kirin

Pêkhateyên navçeya Til Temirê gotin:" Li hemberî komployên dewleta Tirk a dagirker û planên wê yên derxistina fitneyê, xurtkirina hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîst e."

Navçeya Til Temirê li hemberî herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye. Li Til Temirê pêkhateyên Kurd, Ereb û Asûr bi hev re dijîn.

Di salên şoreşê de, navçeya Til Temirê jî di nav de gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk û dewletên din ve rastî hewldanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de, hat. Ew hewldan bi armanca têkbirina dewlemendiya çandî, neteweyî, olî û derxistina şerê navxweyî, pêk hatin, lê belê Rêveberiya Xweser ya xwediya fikirê netewa demokratîk ew plan vala derxistin.

Şêniyên navçeya Til Temirê îşaret bi hevgirtina pêkhateyan kirin û hemwextî zêdebûna xeteriya dewleta Tirk û dewamkirina komployên hêzên navneteweyî li hemberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, teqez kirin ku ya herî girîng xurtkirina hevgirtinê ye.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/15/195958_-large.jpg

Zeyneb Eyo ya ji pêkhateya Kurd wiha got: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû pêkhateyên herêmê ji bo parastina mafên xwe bûn yek.”

Zeyneb wiha domand: “Wekî pêkhateyên herêmê, me bi yekitiyê karîbû di hemû aliyan de destkeftiyan bi dest bixin, nexasim di aliyê leşkerî de. Rizgarkirina herêmê û parastina wê ji terorê, bi saya fedekariyên şehîdên ji pêkhateyên herêmê ku li eniyên şer xwîna wan tevlîhev bû, pêk hat.”

Zeyneb bal kişand ser projeya netewa demokratîk û wekî misogeriya ewlehiya herêmê bi nav kir û wiha got: “Bi saya projeya netewa demokratîk a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fitneya ku hin aliyên dijberî me hewl dan derbixin, vala hate derxistin.”

Zeyneb Eyo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Niha gelek astengî li pêşiya me hene. Wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî wekî pêkhateyên Til Temirê divê em li hemberî dagirkeran û aliyên dijberî fikirên me yên demokratîk bisekinin. Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û parastina destkeftiyên şoreşê ku hîna li gorî pîvana biratiya gelan û hevgirtina pêkhateyan berdewam dike, divê em piştgiriya hêzên leşkerî bikin.”

'VALADERXISTINA PLANÊN DAGIRKERAN BI HEVGIRTINA PÊKHATEYAN PÊKAN E­­`

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/15/200025_-large.jpg

Elaa El-Zahir ê ji pêkhateya Ereb jî wiha got: “Niha em di mercên zehmet re derbas dibin û li dijî herêmên me komployeke navneteweyî heye. Ji lew ra, wekî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê em hevgirtî û yek bin da ku em herêmên xwe biparêzin. Şoreşa rasteqîn hevgirtina me, xweparastin û parastina rewa ya gel û xaka herêmê ye.”

El-Zahir bang li gelên herêmê kir ku ji bo rawestandina dijminahiya li ser herêmê û pêkanîna aramî û ewlehiya li herêmê, hevgirtî bin.

El-Zahir destnîşan kir ku hin alî hene bi hemû rêbazan hewl didin fitneyê li herêmê derxin û aramî û îstiqrara li herêmê têk bibin, ji lew ra divê pêkhateyên herêmê yek bin da ku armancên şoreşê pêk bînin û wiha got: “Wekî gelên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê, me bi yekitiya xwe gelek destkeftî bi dest xistin.”

El-Zahir her wiha teqez kir ku aliyên dijberî herêmê û di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di êrişên xwe de cudahiyê naxin navbera pêkhateyên herêmê û got: “Bi wê yekê dixwazin herêmên dagirkeriya xwe berfireh bikin û gelên herêmê bidin koçberkirin, ji lew ra divê em yekdest bin û hemû komployan vala derxin.”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/15/200100_-large.jpg

Di heman derbarê de Dawûd Taliya yê ji pêkhateya Asûrî li navçeya Til Temirê, wiha got: “Ji destpêka êrişên terorîst ên li ser herêmên me û bi taybetî li ser herêma Til Temirê ve, em hevgirtî bûn û me piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî kir. Bi wê yekê me karî gel û herêmên xwe biparêzin.”

‘HEVGIRTIN Û PIŞTGIRIYA HÊZÊN LEŞKERÎ’

Taliya destnîşan kir ku wan erka parastina herêmê tenê li ser milê hêzên leşkerî nehişt, sivîlan jî herêmên xwe ji êrişên terorîst parastin.

Taliya bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û li pişt hêzên leşkerî bin da ku herêmê ji dagirkeriya Tirk biparêzin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji ber ku dagirker tu ferqê naxin navbera pêkhateyan, armanca wan rûxandina herêmê ye.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din