Pêkhateyên Til Temir: Em malên xwe ji dagirkeran re nahêlin

Şêniyên navçeya Til Temir destnîşan kirin ku ew di nava aram û ewlehiyê dijîn û dest ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên ku ew parastine bernadin û malên xwe jî ji dagirkeriya Tirk re nahêlin.

Artêşa Tirk a dagirker bê navber êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û niştecihên wê koçber dike û demografiya herêmê diguhere. Hêzên Sûriya Demokratîk bersiva van êrîşan dide û berxwedaneke mezin li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, dimeşîne.

Şêniyên navçeya Til Temir gotin, ew piştgiriya QSD`ê dikin û malên xwe ji dagirkeriyê re bernadin. Şêniyan destnîşan kirin ku ku ew di bin banê QSD`ê de bi aramî û ewlehî dijîn.

(rr)

ANHA


Mijarên Din