Pêkhateyên Til Temirê: Em malên xwe ji dagirkeran re nahêlin

Şêniyên navçeya Til Temirê destnîşan kir ku ew bi ewlehî û aştiyane dijîn û dev ji hêzên ku parastina wan kirin, bernadin.

Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hovane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û koçberkirina şêniyên wê û guhertina demografiya herêmê dewam dike, di demekê de ku şervanên QSD’ê bersiva êrîşên wan didin û berxwedaneke mezin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê nîşan didin.

Pêkhateyên navçeya Til Temirê ji nûçegihanên me re diyar kir ku ew piştgiriya QSD`ê dikin û malên xwe ji dagirkeran re nahêlin. Her wiha destnîşan kirin ku ew di bin ala QSD`ê de bi ewle dijîn.

(jo)

ANHA


Mijarên Din