Pêkhateyên Tirbespiyê alîkariyê ji Rojhilatê Kurdistanê re kom dikin

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ji bo piştgiriya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku di encama lehiyan de zirar dîtine alîkariyan kom dikin. Her wiha şêniyan teqez kirin ku ew amade ne alîkariya tevahiya gelên hewcedar û bindest bikin.

Di van demên dawîn de di encama barana zêde de, lehî li gelek herêmên Rojhilata Navîn rabû. Rojhilatê Kurdistanê para xwe ji van lehiyan girt. Tevî windahiyên giyanî ziyanên mezin gihaştin milkên şêniyan. Ruxmî wê jî, hikumeta Îranê û ji ber nijadperestiya wê li hember Kurdan tu alîkarî pêşkêşî wan herêman nekir.

Girêdayî mijarê Heyva Sor a Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleya komkirina alîkariyê ji bo piştgiriya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê destpê kir. Bi wê armancê heyvê kon li gelek bajar û navçeyan vedan. Jê navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê ye. Li ser wê bi sedan şêniyên navçeyê ji tevahiya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan berê xwe dan konê hemleyê.

Xebat Dogan endamê Heyva Sor a Kurd a navçeya Tirbespiyê ye. Dogan  diyar kir ku armanca wan ew e ku alîkariyê di aliyê madî û manewî de bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê. Dogan got: “Divê hemû erka alîkariya kesên hewcedar û yên ku zirar dîtine bînin cih."

Şêniyê bi navê Gebar Emîn Ehmed ê ku alîkarî daye got: "Wek gelên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan û ji ber ku em gelên azadîxwaz in, em alîkariya gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê dikin û her gelek bindest li vê cîhanê."

(şx)

ANHA


Mijarên Din