NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

PKK'ê 5 şehîdên 21’ê Adarê bi bîr anîn

PKK’ê bi peyamekê Alî Aktaş, Emrûllah Dûrsûn, Mîkaîl Ozdemîr, Vehîp Tekîn û Celal Ozturk ku 21’ê Adarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ragihand ku Sînanê Sor (Alî Aktaş), Serhat Amanos (Emrûllah Dûrsûn), Navdar Sinegir (Mîkaîl Ozdemîr), Serhat Şafak (Vehîp Tekîn) û Şiyar Feraşîn (Celal Ozturk) di 21'ê Adarê de ji ber êrîşa hewayî ya Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne.

Komîteyê 14'ê Tîrmehê bi sernavê "Ji malbatên hêja yên Aktaş, Ozturk, Dûrsûn, Ozdemîr û Tekîn re" peyamek weşand. Peyam wiha ye:

"Her qonaxa vê têkoşînê ku ji bo azadiyê dest pê kir, bi berdêlên mezin pêk hat. Ji bo parastina nirxên gelê Kurd û gelan hemûyan, ji bo jiyaneke bi rengê azad, milîtanên vê tevgerê bêdudilî canê xwe ji bo serketina vê armanca mezin feda kirin. Hîn jî bi ruhê fedayî yê mezin li dijî êrîşên paşverû û mêtingeriyê li ber xwe didin, dema ku pêwîst dike canê xwe ji bo serketina gelê me û gelên me feda dikin, têdikoşin û şehîd dibin.

Roja Newrozê şehîd bûn

Herî dawî 21'ê Adara 2019'an ji ber êrîşa hewayî ya dewleta TC a dagirker mêtinger, hevrêyên me Alî Aktaş bi nasnav Sînanê Sor, Emrûllah Dûrsûn bi nasnav Serhat Amanos, Mîkaîl Ozdemîr bi nasnav Navdar Sinegir, Vehîp Tekîn bi nasnav Serhat Şafak û Celal Ozturk bi nasnav Şiyar Faraşîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

Têkoşîna bênavber a 41 salan

Sînanê Sor ku di sala 1978'an PKK nas kir û di temenê ciwan de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bû, sala 1959'an li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bû. Piştî ku lîse bi dawî kir da pey Rêber Apo û heta kêliya dawî ya şehadetê 41 salan bi daxwaza mezin a têkoşînê ji Bekayê heta Botanê û ji wir jî heta çiyayên Kurdistanê hemûyan bi rengekî bênavber têkoşiya.

Sînanê Sor şopdar û milîtanekî bijarte yê Rêber Apo bû, ku li her qada têkoşînê û saziyên lê xebitî bi performans û hêzeke xurt a moralê pirsgirêk çareser dikir, temsîla şareza ya milîtaniya PKK'ê li her astê pêk dianî, ji gel û hevrêyên xwe re bû moral, bi tecrûbe û danheviyê xwe heta dawiyê tevlî têkoşîna partiyê bû, xwe ji berpirsyariyên herî giran jî venegirt. Ji ber vê yekê eger bê xwestin ku ruh, berxwedan, eşqa têkoşînê û hêrsa PKK'ê ya li dijî mêtingerî, hevkarî û xiyanetê bê fêhmkirin, divê li Sînanê Sor bê temaşekirin. Ji ber ku jiyana Sînanê Sor kurteberiya PKK'ê ye.

Temsîla şareza ya milîtanbûnê

Yek ji hevrêyên me ku ji ber êrîşa hewayî ya TC a mêtinger şehîd bû Emrûllah Dûrsûn bi nasnav Serhat Amanos e ku sala 1991'ê li Cûdî tevlî nava refên gerîla bû. Li navçeya Gimgim a Mûşê sala 1970'î ji dayik bû, dema ku diçû zanîngehê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Êşên gelê me ji nêz ve dît û ji bo dawî li vê yekê bîne tevlî nava refên gerîla bû. Di nava 28 salan de bi fedakariyeke mezin têkoşiya û bi piştrastiya ji xwe ya fermandariya Apoyî pirsgirêk hemû çareser kir, bû temsîla herî şareza ya fermandarî û milîtaniyê ya Rêber Apo.

Bi biryar û encamgir bû

Sala 1999'an dema ku Fermandarê Eyaleta Amanosê bû dema ku bi komek ji hevrêyên xwe vedikişiya Herêmên Parastinê yên Medyayê esîr kete destê rejîma Baas a Sûriyeyê. Piştî ku zêdeyî du salan li zindanên Sûriyeyê êsîr ma careke din xwe gihand xaka welatê xwe û destpêkê tevlî karên leşkerî bû, piştre jî bi tecrûbeya xwe ya mezin dest bi karê siyasî, bawerî û dîplomatîk kir. Di gelek karî de bû milîtanekî PKK'ê yê çalak. Bi tevahiya enerjiya xwe tevlî karên yekîtiya neteweyî ya gelê me bû. Bi şarezatiya xwe ya îdeolojîk-polîtîk bi hezkirin, girêdan û fedakariya bi gel, welat û Rêber Apo re xebitî, bi biryardarî û encamgirî kar kir û her qada ku lê bû xurt kir. Bi keda mezin a di nava têkoşîna azadiyê de bi biryardariya xwe ya di sekna Apoyî û kesayetiya xwe ya mînak re wê di nava têkoşîna me de timî bê bîranîn.

Ji şer heta dîplomasiyê

Mîkaîl Ozdemîr bi nasnav Navdar Sinegir ku ji ber êrîşa dewleta TC a faşîst şehîd bû sala 1993'an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû. Navdar Sinegir sala 1974'an li navçeya Xîzan a Bedlîsê ji dayik bû, piştî ku lîse bi dawî kir ji Stenbolê tevlî bû. Di nava 26 salan ê têkoşînê de di serî de li Eyaleta Amedê li Başûrê Kurdistanê, Sûriye, Iraq, Tirkiyeyê kar kir, her wiha bi rengekî çalak tevlî karê dîplomasiyê bû. Navdar Sinegir ku di asteke bilind de bi fedakarî û daxwazeke mezin kar kir, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û hêza xwe ya pratîkî ya çareseriyê bû milîtanekî PKK'ê ku her tim hevrêyên wî lê digeriyan û lê dipirsîn. Ne tenê di nava gerîla de her wiha di nava gel de ku bi hişmendiya welatparêziya xurt kar kir bû xwedî qadeke taybet. Bi hêza xwe ya fikrî, bi afirînerî û hostatiya xwe ya di têkiliyên însanî de, her wiha bi dîsîplîna xwe ya di kar de bû milîtanekî Apoyî ku gel jê piştrast bû û jê hez dikir.

Ji Dêrsimê heta Soran

Vehîp Tekîn bi nasnav Serhat Şafak ku tevlî karwanê şehîdan bû sala 1974'an li Agiriyê ji dayik bû. Sala 1988'an di temenê ciwantî de tevlî nava refên gerîla bû. Sala 1990'î berê xwe da Bekayê. Li qada Rêber Apo tevî pêşvebirina xwe ya ji aliyê îdeolojîk-polîtîk ve kesayetiya xwe ya fermandariya leşkerî jî xurt kir û berê xwe da welat. Li Dersim, Zagros, Xakurkê û Soran bû gerîlayekî çalak. Li van qadan hemûyan li dijî mêtingeriya dagirker têkoşîneke bêeman meşand.

Ji ber ku pê li mayina hêzên mêtinger dagirker kir lingê wî jê bû, lê tevî vê yekê jî rojekê nesekinî. Li Rojhilat, Rûsya, Kazakistan, Ozbekistan, Ûkraynayê tevlî karê gel bû. Her wiha tevlî karê Akademiya Zanistiyên Civakî û Wêjeyê bû. Ji aliyê fîzîkî ve zehmetî kişandibe jî ew gaziyekî têkoşîna azadiyê bû û di nava şert û mercên herî giran de berê xwe da çiyayên azadiyê. Ji ber vê nêzîkatiya xwe di nava hevalên xwe de weke 'evîndarê çiyê' dihate naskirin. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm di kar de bû moral û bi kedkariya xwe bû kesayetekî mînak. Bi têkoşîna xwe ya zêdeyî 30 salî de milîtaniya Apoyî di şexsê xwe de nîşan da.

Celal Ozturk bi nasnav Şiyar Faraşîn li navçeya Elbakê ya Wanê ji dayik bû û di zarokatiya xwe de gerîla nas kir. Di 18 saliya xwe de berê xwe da qadên gerîla û sala 2014'an tevlî bû. Bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar her li pêş bû û gihîşt asta milîtaniya Apoyî.

‘Bîranîna wan rê nîşanî me dide’

Li dijî sîstema qirker a li gelê me û gelan tê ferzkirin, bi hêza ji şehîdên xwe wergirtî em têkoşiyan û têkoşîna xwe bi heman hêzê didomînin. Bîranînên pênc hevrêyên me yên tevlî artêşa şehîdan bûn mîna doh îro jî wê rê nîşanî me bidin. Ev yek bingeha diyalektîka PKK'ê ye. Hevrêyên me yên bi rûmet û leheng doza azadiyê ya gelê Kurd weke wateya yekane ya jiyana xwe dîtin, lewma em ê wan ti carî ji bîr nekin û heta dawiyê bi xewn û xeyalên wan ve bin. Em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê û malbatên hevrêyên me yên şehîd bûne dixwazin. Em êşa gelê xwe û malbatên xwe parve dikin û weke hevrêyên wan dibêjin, ku herî kêm bi qasî malbatên xwe em bi şehadeta wan êşiyane. Em hewl didin bi bilindkirina çek û ala wan, bi geşkirina têkoşînê di xeta şehîdan de vê êşa xwe kêm bikin. Em ji we ferdên malbatê jî hêvî dikin ku bi heman sebir û metanetê vê şehadetê pêşwazî bikin.

Bêyî berdêlan gel nebû xwedî jiyaneke azad û bi rûmet. Rêya herî rast a dawîanîna li êşan ew e ku ji bo pêkanîna armancên şehîdan têkoşîn hîn bêhtir bê geşkirin. Her ku têkoşîn bê geşkirin wê şehîdên me di dilê gelê me de heta dawiyê her hebin.

‘Hûn çi qasî pê serbilind bin hêja ye’

Ji ber ku xwedî ewlad, bira û xizmekî leheng ên mîna Sînanê Sor, Serhat Varto, Navdar Sinegir, Serhat Şafak û Şiyar Faraşîn in ku beriya şoreşê me ew şehîd dan hûn çiqasî bi xwe serbilind bin ewqasî hêja ye. Em hevrêyên wan her tim bi wan serbilind bûn. Ji bilî pêkanîna armancên wan em ê tiştekî din nekin. Ji ber ku dema şehîdên me ala kku bi şeref hildan radestî me kirin pê piştrast bûn, ji ber vê yekê bi ruhê fedayî bi ser dijmin ve meşiyan. Ew çavkaniya me ya bingehîn a hêzê ye, rabirdû, serdema heyî û paşeroja me ne. Bersiva herî rast a ku em ji bo bîranîna wan nîşan bidin, wê pêkanîna gel û welatê azad be.

Welatekî azad xwestin

Wan tiştekî din ji me nexwestin. Em zanin ku niha gora gelek şehîdan jî nîne. Ji xwe wan ji me gor nexwestin, welatekî azad xwestin. Lewma bîrdariya herî mezin a ku em ji bo wan biafirînin wê avakirina Kurdistana azad li navenda Rojhilata Navîn be. Yekane bîrdariya ku şehîdên me lê razê wê ev be. Yekane soza ku em her roj tînin ziman û em ê ti carî jê venegerin ev e.

Di vê çarçoveyê de me soz didin ku ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk û Kurdistana azad em ê hucreyên xwe hemûyan seferber bikin û hêjayî şehîdên xwe bin. Em sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên hevrêyên xwe yên şehîd re dixwazin. Em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin ku ew afirînerên azadiyê ne."


Mijarên Din