PKK: Em ê tola şehîdên xwe yên leheng hilînin

PKK: Em ê hesabê vê qetlîama nemerdane bixwazin, bi teqez em ê tola şehîdên xwe yên leheng bixwazin, hesreta hevrêyê xwe yê Şehîd Helmet ê pêşengê Azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn a li dijî tecrîd û faşîzmê bigihînin serketinê.

Konseya Rêveber a PKK’ê li ser şehîdbûna Endamê Konseya Seroaktiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) û herdu gerîlayên binavê Şahîn û Dewran ên di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk de şehîd bûbûn, daxuyaniyek nivîskî dan û ev tişt got: “Di encama êrîşeke bi pilan û zanabûn a dewleta TC’ê ya faşîst û qirker, dîsa encama hevkarî û sîxûran a li ser Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê de, Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Şehîd Helmet (Diyar Xerîb Muhamed) ê ewladê leheng ê Başûrê Kurdistanê û milîtanên bi nirx ên partiya me Şehîd Şahîn û Şehîd Dewran bi rêzdar, heskirin û minet bibîr tînin. Em ê hesabê vê qetlîama nemerdane bixwazin, bi teqez em ê tola şehîdên xwe yên leheng bixwazin, hesret û armancên hevrêyê xwe yê Şehîd Helmet ê pêşengê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Rojhilata Navîn a li dijî tecrîd û faşîzmê bigihînin serkeftinê.

Têkçûna xwe ya li Stenbolê bi êrîşên wiha bi pilan dixwaze hilîne

Bê şik û guman ev qetlîama hovan e, ji pêşketin, bûyer û êrîşên qirker, faşîst û mêtînger ên demê dawî pêk tên ne dûr e. Bi vekirî dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî bi êrîşa wiha bi pilan û zanabûn piştî têkçûna wê ya li Stenbol, dîsa derbên giran ên li Xakur û Heftenînê ji destê hêzên gerîla dixwin, tolê hilînin, dîsa bi bilindkirina zext, teror, êşkence û êrîşên faşîst ên qirker re desthilata xwe li ser lingan bigire ye. Êrîşa faşîst-qirker a mijara gotinê ji aliyê DYE, Dewletên YE’ û Rûsya hêzên gerdûnî ve hatiye destekirin û dîsa bi hevkariya hêzên hevkar-îxanetkar ve pêk hatiye. Bi vekirî û zelal tê dîtin, bi têkoşîna gelê me rêveberiya TC’ê ya faşîst û qirker tengav dibe, hêzên mijara gotinê bi hewara wan tê, destekê didin êrîşên faşîst, an jî li dijî tevgera me ya azadiyê êrîşan pêk tîne, bi vî rengî dixwazin faşîzma TC’ê li sar lingan bigirin. Ji bo vê ye ev hêz ji qetlîam û zextên rojane yên rêveberiya dewleta TC’ê ya li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistan û dîsa parçeyên din dike perpirs in.

Carekî din van hêzên mijara gotinê şermezar dikin û vê bangê dikin; desteka xwe ya ji sûcên dewleta Tirk ên êrîşê hovane, pêkanînên qirker û faşîst ên li ser civakê û bi taybet gelê Kurd bikêşin. Nebin hevkarên qirkirina li ser gelê Kurd! Di heman demê de ji bo kujerên faşîst-qirker û sîxûran vê dibêjin; Her çiqasî êrîşên faşîst-qirker zêde bibin, her çendî zext û êrîş li ser civak Kurd û Tirk zêde bibin, çiqasî qirkirin û teror bê kirin, wê nikaribe dîktatoriya faşîst-qirker li ser lingan bigire, nikare emrê xwe dirêj bike. Ti tişt wê nikare rizgar bike. Hûnê di nava xwîna we rijandî de bifetisin. Em ê hesabê komkujiyên li ser gelê Kurd û Tirkiye yek bi yek ji we bixwazin. Çawa ku gelê me yê Başûrê Kurdistanê faşîzma Seddam hilweşand û serketin, bi bîranîna hevrê Helmet wê hê zêdetir bigihêje zanabûnê , emê wê, faşîzma TC’ê û hevkarên wan ji ser axa xwe derbixin!

Sûdek mezin da têkoşîna demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê

Divê gelê me yê welatparêz û hemû hêzên şoreşgeri baş bizanin ku Hevrê Helmet di temenê ciwan de beşdarî refên têkoşîna azadiyê bû, ji temenê xwe yê bi nirx 25 sal ji bo têkoşîna biratiya gelên Rojhilita Navîn û azadiya gelê Kurd daye, perwerdehiya Rêber Apo dîtiye, di şer de hemû peywirên şoreşgerî heta endamtiya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK û Komîteya Navendî ya PKK’ê kiriye milîtanekî şoreşger ê egîd û welatparêzekî kurd bû. Demeke dirêj li Başûrê Kurdistanê xebatên pratîkê meşand û di têkoşîna demokratîkbûna Başûr de xwedî sûdeke mezin e. Di serî de jin û ciwan di perwerdehiya hemû pêkhateyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê de, di xeta welatparêzî ya Apoyî de ji bo rêxistinkrin û zanebûnê ked û hewldaneke mezin da. Demek dirêj e li dijî dagirkeriya û mêtîngeriya TC’ ya faşîst di nava berxwedana gerîla de bû. Ji bo Kurd û siyaseta Kurd di Kongreya Netewî ya Kurdistanê de bibe yek, her demê xebateke mezin kir. Bi vê re ji aliyê gelê me yê li her çar parçeyê Kurdistan û derveyî welat ve hate naskirin û bû şoreşgerek ku hate heskirin.

Ji bo vê êrîşa mijara gotinê mîsogere ku bi awayekî zanebûn, plankirî û rêxistinkirî ye. Diyare ku hêzên qirker faşîst ên TC’ê destek ji sîxûr-noker ên xwe ji bo kaseyekî şorbeyê firotine, girtiye. Weke gel û tevger em vana di astekî girîng de dizanin û nas dikin. Em diyar dikin ku em ê bi mîslî hesabê vê komkujiyê ji kujeran bipirsin. Li ser vê bingehî em bang li her kesê ku ji xwere dibêjin şoreşger-demokrat û welatparêzin Kurd dikin ku bi erka xwe rabin. Em diyar dikin ku bîranîna Hevrê Helmet sonda tolhidan û sonda azadiyê ye.

Bi hêz xwedî li bîranîna hevrê Helmet derbikevin

Li ser vî bingehî serî de em bang li gelê me yê Başûrê Kurdistanê, Kurdistaniyên li çar parçeyan, gelê me yê li derveyî welat, jin û ciwan, hemû pêkhateyên kedkar, hemû hêzên şoreşger-demokratîk û her kesê ji xwere dibêje welatparêzê Kurd im, hemû hêzên siyasî yên Kurd dikin ku li dijî êrîşên qirker-faşîst ên TC’ê dagirkerî û komkujiyan derbikevin. Bi hêz xwedî bîranîna şoreşger û welatparêzê mezin Hevrê Helmet derbikevin û li her qadê têkoşîna azadî û demokrasiyê geştir bikin, li dijî tecrîd û faşîzmê Rêber Abdullah Ocalan azad bike û li her qadê têkoşîna Azadiya Kurdistan û Rojhilata Navîn a Demorkatîk geştir bikin. Dîsan em bang dikin ku bi hêz tevlî merasîma bîranînê ya Hevrê Helmet û hemû şehîdên me bibin û çalakiyên girseyî yên demorkatîk li dar bixin.”


Mijarên Din