PKK`ê her sê şoreşger Mahîr, Denîz û Îbrahîm bi bîr anîn

PKK: Bîranîna pêşengên şoreşger ên wekî Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya di pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ de dijîn.

Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Pêşengên THKO Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan yên ku di 6’ê Gulana 1972’an de hatin darvekirin, 47 sal ji ser darvekirina wan derbas bû. Di salvegera darvekirina wan de em van her sê pêşengên ciwanên Tirkiye û Kurdistanê û yên gelan bi bîr tînin û em soza bicihanîna bîranîna wan di pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de bi cih tînin. Me 47 salan ev pêşengên şoreşger di têkoşîna xwe ya azadiyê ya Kurdistanê de dan jiyîn, em niha jî bîranîna wan di pêngava berxwedanê ya li dijî tecrîdê de ber bi serfiraziyê ve dibin.

Em gel û tevger baş dizanin ku di warê pêşketin û cesaretê de Rêber Abdullah Ocalan van pêşengên şoreşger kirine. Rêber Apo ev rastî her dem anî ziman û diyar kiribû ku meşa wî ji bo bibîranîna Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya ye. Him bandora wan bi hurmet bi bîr anî û him jî diyar kir ku wê şopdarê armanca wan be. Meşa Rêbertî ya 47 salan a li Kurdistanê li ser vî esasî pêk hat.

Berxwedana şoreşger a li dijî derbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Adarê, bû berxwedana hevpar a ciwanên Tirkiye û Kurdistanê. Yekîtiya Denîz, Yûsûf û Huseyîn ev rastî bi awayê herî şênber anî ziman. Yekîtiya Rêber Abdullah Ocalan, Hakî Karer û Kemal Pîr a di nav refên PKK’ê de wisa domand. Qîrîna Denîz, Yûsûf Huseyîn a di dema darvekirinê de yên ku digotin ‘Bijî yekîtiya gelên Tirkiye û Kurdistanê û têkoşîna wan’ li ser vî esasî pêk hat.

Niha jî yekîtî û têkoşîna hevpar a gel û şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê ya di nav refên HBDH’ê pişta xwe dispêre rabirdûyeke wisa. Têkoşîna ‘Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad’ a li dijî vê faşîzma AKP û MHP’ê li ser vî esasî pêk tê. Vê pêngava berxwedanê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven û Berxwedêrên Rojiya Mirinê pêk tê, wê geş bibe û ew ê bigihêje serfiraziya dîrokî.

Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi vî awayî xwedî li bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan derdikeve. Di meha Gulanê de ya ku meha şehîdan e, em pêngava berxwedanê li ser xeta serfiraziyê bi pêş ve dibin. Karwanê şehîdan ê li ser şopa rêheval Hakî Karer dimeşe, geş dibe. Rêheval Rûbar-Huseyîn Poyraz- ê ku di 3’ê Gulanê de me şehadeta wî ragihandibû di bin bandora darvekirina Huseyîn Înan maye û tevlî nav tevgera me ya azadiyê bûye.

Li ser vî esasî em careke din rêheval Rûbar –Huseyîn Poyraz- û rêheval Xelîl û Mûrat bi bîr tînin. Rêheval Rûbar çil salên xwe, rêheval Xelîl sî salên xwe û rêheval Mûrat jî bîst salên xwe di nav berxwedana PKK’ê de derbas kirin. Tu hêza maddî û jiyana hatiye cîlakirin nekariye van rêhevalan ji têkoşînê dûr bixîne. Ev rêhevalên şehîd her dem pêşiya me ronî dikin û pêşengiyê ji pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ re dikin. Em diyar dikin ku rêheval Rûbar, Xelîl û Mûrat wê her dem di têkoşîna Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk de bijîn.

Di heman demê de em rêheval Şîrîn Elemhûlî û 4 rêhevalên ku ku di 9’ê Gulana 2009’an de li Îranê hatiye darvekirin, Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) a ku di 11’ê Gulana 1992’an de li Tetwanê şehîd bûye û Pêşengê DKP’ê Ûlaş Bayraktaroglû yê ku di 9’ê Gulana 2017’an de li Reqayê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûye, bi hurmet bi bîr tînin. Em diyar dikin ku ev rêhevalên me, wê di pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ de bijîn û em ê armancên wan pêk bînin."


Mijarên Din