Plana dagirkirina Bakurê  Sûriyê û mezinkirina eniya berxwedanê

Dibe ku dewleta Tirk êrîşên dagirkirina li djî Bakurê  Sûriyê pêk bîne. Eger ev êrîş pêk were, dibe ku hevsengiyên herêm û cîhanê bi carekî de bên guhertin. Lê li Bakurê  Sûriyê di şexsê dewleta Tirk û Erdogan de derbeyek mezin li faşîzmê xistin gengaze. Gelo dê faşîzim yan jî hesreta bi hevre azad jiyankirina gelan bir serbikeve? Teqez dê berxwedana ku bê pêşxistin vê diyar bike.

HALİT ERMİŞ 

Erdogan di 12’ê kanunê de bi daxuyaniya ku dayî li ber çavê hemû cîhanê diyar kir ku dê di çend rojên pêşî de herêma Bakurê  Sûriyê dagirbike. Di heman rojê de artêşa Tirk êrişê Serêkaniyê kir. Di roja 13’ê kanunê de jî balefirên wan êrîşên hewayî birin ser Şengal û Mexmûrê.

Elbet ev daxuyanî û êrîşên dewleta tirk ne nû ne. Lê bi vî şêweyî wext diyarkirin tiştek balkêş bu. Hevpeymana veşartî ya ku vê daxuyaniyê bi Erdogan dide kirin çiye? Bi kî re hat kirin û di ber çi de hat dayîn? Bi daxuyaniya bi awayek lez “em ê dagirbikin” li ser çapemeniyê kî dixwaze çi bike? Konpsepta ku tê pêşdîtin çiye?

Erdogan di destpêka kirîza navxweyî ya  Sûriyê heya niha dijminahiya xwe ya li hemberî Kurdan neveşart. Dema ku firset dît êrîş jî kir. Dema firset nedît jî, di ber dijminahiya Kurdan de hemû piştgirî da komên wek DAIŞ û El- Nusra ku di cîhanê de wek terorîst hatine îlankirin. Di rastiyê de Erogan di hilweşandin û ruxandina herêmê de rolê sereke lîst.

Li herçar aliyên cîhanê çete bi rêxistin kirin û di ser rêya Stembol- Dîlokê re derbazî  Sûriyê kir. Eger  Sûriyê di çend mehan de beşek mezin ê xaka xwe winda kiribe, bê guman hêza li pişt vê rastiyê Erdogan e.

Erdoganê ku di beranberî dijminahiya Kurdan de çeteyên DAIŞ’ê yên dest bi xwîn perwerde dikir û li  Sûriyê belav dikir, di pişt perdeyê de jî xeyalên Osmaniya mezin dikir.

Erdogan hewilda xeyalên Mîsak-î Mîllî bi deste çeteyan bixe meriyetê

Di armanca erdogan de tênê Suriye nebû. Xwest li ser Musil-Kerkûkê re xetek a ku dirêjî navenda Îrakê dibe, erdnîgariyek mezin wek sinorê Osmaniya nû diyar bike. Erdoganê ku artêşa xwe rêkirî Başîka yê û bi gotina “Lozan ne metneke ku neyê nîqaşkirin e” îşaret bi sinorê Mîsak-î Mîllî dikir. Bi vê dida diyar kirin ku Lozan ji bo Tirkiye yê windahiyeke.

Elbete plana Erdogan ne tenê li ser kaxezê bû. Li aliyekî çeteyên El – Nusra û DAIŞ’ê yên ku ji Erdogan piştgirî digirtin herêm vegerandin gola xwînê, ji aliyê din ve jî bi fermana Erdogan zererek mezin dan demokgafiya herêmê. Li Suriye û Iraqê bi sedhezaran kes ji cih û warên xwe dibûn.

Di pêjajoya ku çeteyên DAIŞ û Nusra’yê li herêmê qirkirin pêkdianîn, Erdogan bibû dijminê sereke yê Beşar Esad û serokê demê yê Iraqê Heyder El- Ebadî. Gotina wî ya “Înşallah dê li ser gora Selahaddînê Eyyûbî fatîha bixwînim, em ê li Mizgefta Emevî nimêja xwe bikin” vala vala ne hatibû kirin.

Dîsa digot Kerkûk û Musil heta behsa Mîsak-î Mîllî ya ku Silêmanî û Hewlêr jî digirt nava xwe dikir.

Heydar Ebadî yê ku ji Erdogan re digot “Leşkerên xwe ji Başîka bikişînin” Erdogan bi bersiva “Tu ne di mistewa min de yî” daye û bi vê jî raste rast dida diyaririn ku konseptek di holê de ye.

Berxwedana gelan xeyalên Mîsak-î Mîllî xirab kir

Yê ku ev konsept xirabkirî berxwedana Kurdan bû. Eger Kurdan li Kobanê DAIŞ serûbin nekiriban, dibû ku Erdogan here Şamê û li Mizgefta Emevî nimêj bikiriba. Heta dikaribû Musil û Kerkûkê jî bigire.

Plana Osmaniya nû ku Erdogan dixwest bi destê DAIŞ’ê pêkbîne bi berxwedana dîrokî ya Kurdan ruxiya, careke din bi Esad û hikumeta Iraqê ya ku dijminê xwe îlan kirî dibû dost. Lê Erdogan wek şert û mercê ku li Mizgefta Emevî nimêj bike tesfiyekirina hikumeta Esad dabû pêşiya xwe.

Eger ev dewlet li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hebûna xwe parastibin û ji tasfiyebûnê rizgar bubin, teqez deyndarên Kurdên ku ji xwe re wek dijmin dabûn diyarkirin in. Lê dîsa jî dema DAIŞ hat tesfiye kirin û xwediyê wan Erdogan wek dînan bû û li dijî Kurdan êrîş dan destpêkirin, yên ku dîsa li kêleka Erdogan cih girtin ev hêzin.

Belê gelo ev rewşeke matmayîyeke? Elbete ne matmayîyeke. Ji ber ku herdu alî jî bi heman hişmendiyê nêzî politikaya Kurd dibin. Eger li rixmê hemû dijminahiyan, rêveberiya Esad hevpeymana Edenê ya ku mafê dagirkirina axa wî dide dewleta tirk xirab nake û di pêkanînê de dihêle bi awayek vekirî yeksanbûna hişmendiya herdû aliyan a li hember politikaya Kurd radixe ber çavan.

Belê niha jî tehdîdên Erdogan ên ji bo dagirkirina Bakurê  Sûriyê meriv matmayî nake. Ji ber ku Erdogan ew kîna ji mezinên xwe ya li hemberî Kurdan girtî vedireşe. Eger mirov ji vir de lêbinere, pirsa Erdogan dixwaze çi bike bê wate tê. Bersiva vê zarokên Kurdan jî baş dizanin. Ji aliyekî ve ji bo ku Kurd nebin xwedî nasname, kesayet û statü bi hemû hêza xwe ketiye dewrê. ji aliyê din ve jî dixwaze di herêmê de serwer be. Ev tişt jî bi taybet ji bo bandora dewletên ereban li herêmê şikandinê armanc dike.

Alîgirê herî mezin ê Erdogan Rusya ye

Elbet ev giringe. Plana Erdogan a dagirkerî û qirkirinê; demek dirêje polîtîkayên vê planê jî di navnetewî de meşine. Wek di êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên li Efrînê de dîsa alîkarê Erdogan ê herî mezin Rusya ye.

Teqez Erdogan piştgiriya herî mezin ji Rusyayê digire. Rusya ya ku siyaseta bûyîna hêza super a cîhanê dişopîne, Rojhilata Navîn jî ji xwe re wek destjêneberdanekî dibîne. Ji bo vê jî alîkarê wî yê herî mezin jî Tirkiye-Erdogan e. Ji ber Erdogan, ji bo dijminiya Kurdan piştgiryek baş ji kulalisyona navnetewî negirt, hebûna Rusya yê ya di herêmê de û politikaya ku dişopand ji bo Tirkiye bû nîmetek mezin. Rusya ya ku dîsa bi heman şêweyî ji ber Kurdan navbera wî û kualisyonê xirab bûyî, dixwaze Tirkiye li hemberî kualisyonê wek kursiyekî bikarbîne.

Elbet piştî vê seetê gihiştina Erdogan a xeyalên Osmaniya nû gelek zehmet e. Lê di aliyê xwe de jî tucar hebûnek a Kurdan napejirîne. Hem hesabên Rusya yê yên li ser herêmê bûna hêza navnetewî, hem jî lihevnekirinên Ewrupa û DYA yê di destê Tirkiye yê de dibe hêz.

Eger Rusya ya ku dixwaze li ser qirkirina Kurdan desthilatdariya xwe li Rojhilata Navîn pêkbîne serbikeve, dê li herêmê Tirkiye û Îranê bixe aktorên xwe û navendê de erdnîgariya Suriye yê, li hemû herêmê hebûna xwe mayînde bike. Her çendî pêk anîna xeyalên Osmanî zehmet be jî, dê Erdogan hem hewl bide di ser axa suriyê careke din ve xeyala xwe bi cih bîne û hem jî bi tasfiyekirina Kurdan kêmek jî wê hewl bide bigehêje hedefên xwe.

Elbet ev senaryo xistina meriyetê li ser Tirkiye ya endamê NATO’yê karê Rusya yê jî hêsan dike. Ji ber ku baş hesab dike hêzên navnetewî, dewleta Tirk a endamê NATO’yê ji aliyê leşkerî de nagre hemberî xwe.  Dewleta Tirk jî di qadek a ku bertekên koalisyonê negire de êrîşkirina gelê Kurd û rêveberiya hevbeş a gelên Bakurê  Sûriyê ji xwe re minkun dibîne.

Di meha derbazbûyî de prova vê kir, dema ji aliyê cîhanê ve bertekek nedît hîn zêdetir cesaret girt.

Plana dagirkeriyê ya tê pêşdîtin çiye?

Dibe ku dewleta Tirk êrîşên li ser Bakurê  Sûriyê ji Girê Spî (Til Ebyad) bide destpêkirin. Du sedemên ku Girê Spî dike hedef derdikevin pêş.

Ya yekem; Erdogan dixweza bi êrîşa Girê Spî piştgiriya gelê Ereb an jî eşîran bigire. Eger bi xwe nekeve hindir jî, dê hewld bide şerê Kurd û Ereban derxe holê û bi vî şêweyî hebûna siyasî ya herêmê belav bike. Lê ev gelên ku bi hevdû re şerê DAİŞ’ê kirine bi hevudu dayîna şerkirin jî wê ewqas ne hêsan be.

Ya duwem, ne tenê Girê Spî, ji Girê Spî heya Eyn Îsa xetek rast bikişîne navbera herêma Firat û Cizîrê û bi vî şêweyî girêdana herdû herêman ji hev qut bike. Bi vî şeklî jî hewl bide xwe bigihîne Reqa’yê û ji wir jî derbasî Dêrazorê bibe. Li Dêrazorê bi xwaze DAIŞ’ê ya kû henaseyên xwe yên dawiyê dide careke din rake ser piyan. Ger ku erdogan bi kare vê plana xwe pêk bîne wê demê wê xeteriyeke mezin li ser dewletên ereb jî ava bike. Lewra di rewşeke wisa de wê dewletên tenê di kendavê de asê bimînin. Di heman demê dewleta tirk ger ku bi kare divan herêman de plana xwe pêk bîne dibe ku bi xwaze hebûna xwe li van deran mayîn de bike û bibe hêza herêmê ya sereke. Wê demê jî ev wê bê wê wateyê ku tirkiye wê bibe hêza herêmê ya sereke. Ji ber ku dewleta tirk wê hewl bide hemû cihên neftê û rêyên bazirganiya navdewletî jî bixe bin kontrola xwe. Ev jî tê wê wateyê ku hemû hevsengiyên herêmî û cîhanî wê serobinê hevudu bibin. Ji ber wê jî di herêmê de wê rewşeke aloz ya nû derbikeve holê.

Xala din a giring ew e ku, Erdogan ji bo konsepta van êrîşan bi kî re lihevkirin çêkiriye

Hêzên bingehîn ên ku di pişt perdê re bi Erdogan re hevkarî çêkirine  Rusya û rejîma  Sûriyê ne. Elbet div ê planê de Îran jî heye. Dewletên din ên cîhanî çiqas piştgiriya vê planê dikin, an jî bertekên wan çine elebete em niha nizanin. Lê eger Ewrupa û DYA li hemberî van êrîşan bêdeng bin, dê bide nîşandan ku bi erêkirina van hêzan jî ev plana êrîşan pêktê. Wisa xuyaye ku tiştên heta niha tên kirin nişaneya vê ye.

Eger êrîş pêk bê dê çi bibe?

Fikrê ku Erdogan hewla êrîşek wiha nade dê safî be. Dema ku Erdogan firset dît dê wek gayê ku paçê sor dîtî êrîşî her cihî bike.

Di rewşek wiha de dê hêzên Bakurê Suriye’yê jî bi gel re parastina xwe pêşbixe. Mentiqê ku yê bi hêze dê serbikeve di qada şer de ne derbasdare. Hêzên Bakûrê Suriye’yê dikarin baş xwe rêxistin bikin û berxwedanek bi bandor pêşbixin. Di vê rewşê de dê êrîşa Erdogan a dagirkirinê xirab bibe. Di rewşa êrîşê de tişta ku bibe dê şerê gel be. Hemû gel dê her imkanê xwe bixe navê û berxwebide. Pêşketina berxwedanek mezin, dê wek Kobanê hemû gelên cîhanê rake ser piyan. Ji bo vê jî divê Kurd diplomasiyek navnetewî ya bi hêz jî li pêşbixin.

Erdoganê ku li Bakurê Surî rastî binkeftinê bê, dê neçar bikin ku ji tevahî  Sûriyê derbikeve. Ev jî tê wateya çareseriya pirsgirêka Suriye’yê.

Divê hemû Kurd rabin ser piyan

Elbete, şikandina van êrîşan, binxistina faşîzma Erdogan li ser milê Kurdan berpirsyariyeke. Divê Kurd ji Rojava heya Başur, ji Bakûrê Kurdistanê heya Ewrupayê her metre kareyê rabin serhildanê.

Ya yekem divê gelê başûrê Kurdistanê bi rihê serildanê li dijî faşîzma dewleta Tirk û êrîşên qirkirinê her derê vegerîne qada serhildanê. Divê di serî de PDK û hemû aliyê ku bi dagirkirina Tirkiye yê re hevkariyê dikin gavan paşde pê bidin avêtin û van hêzan neçarî hevkariya netewî bikin.

Dîsa divê ronakbîr, akedemisyen, hunermed û bi gotinekî hemû civak li dijî dagirkirinê rawestin.

Divê gelê bakurê Kurdistanê jî êrîşên li ser Rojava- bakûrê Suirye yê wek li ser xwe bizanin, berê xwe bidin bajar û gundên ser sinor. Dibe ku faşîzim her cur êrîşan bike, lê bi berdelên mezin jî be hêza gelê rêxistinkirî dê nîşan bide ku faşîzmê binbixe.

Bi heman şêweyî Kurdên li Ewrupa yê jî divê bi şev û roj li ser piyan bin. Divê faliyetên dîplomasî yên pêwîst bê ku dereng bimînin birêve bibin. Bi taybet jî divê gelên Ewrupa li dijî faşîzma Tirkiye yê hertim li ser piyan be. Divê faşîzma Erdogan û êrîşên dagirkerî û qirkirinê ragihînin hemû cîhanê û gel bikişînin eniya li dijî faşîzmê. Eger wisan be dê faşîzma Erdogan binbikeve. Eger wisan çêbe dê çekên teknolojiyê yên Erdogan encam negirin û dê ji binketinê xilas nebe.

Bi taybet jî divê Kurd pişta xwe bi hêzên derve ve girênedin, ji hêza xwe ya cewherî bi bawer û tekoşîna azadiya xwe bilind bikin. Eger rêyek ya serkeftinê hebe, ew jî bi hêza xwe ya cewherî tekoşîn bilind kirine.

ANHA


Mijarên Din