‘Plangerên komkujiya Sêwasê niha rêveberiya Tirkiyê dikin’

Çalakvanekî siyasî yê elewî Îbrahîm Îbrahîm diyar kir ku heman kesên ku komkujiya li dijî rewşenbîrên elewî li Tirkiyê di sala 1993`yan de plan kiriye, niha rêveberiya dewleta Tirk dikin, lewra ji bo qirkirina gelên herêmê êrişan li her derê pêk tînin.

Di 2`yê Tîrmeha 1993`yan de hotela Madimak ku 35 rewşenbîr û ronakbîrên elewî tê de bûn, hate şewitandin û li dijî wan komkujî pêk hat. Ew bûyer heta roja îro di bîra gelê elewî de zindî ye ku asta nîjadperestî û zexta li dijî elewiyên Tirkiyê nîşan dide.

Çalakvanê siyasî yê elewî Îbrahîm Îbrahîm ji ajansa me re wiha axivî: "Hemû xwendinên dîrokî û encamên wan ên zanistî ku akademîsyenên stratejîk û lêkolînerên zanistî eşkere kirine, bi tu rengan rola erênî ya Osmaniyan di dîroka herêmê û cîhanê de destnîşan nekirine."

Îbrahîm Îbrahîm bi domdarî wiha got: “Berovajî wê yekê, şer, kuştin, rûxandin û talankirin li herêmê pêk anîne. Damezirînerê Îxwan Mislimîn Ebdulrehman Senedî sala 1919`an li Misirê li ser Tirkan wiha nivîsî "hov û nîjadperest in".

Îbrahîm destnîşan kir ku têkiliyên Tirkiyê ji dema Osmaniyan ve bi kêmnetewe û pêkhateyên din ên Tirkiyê re, tenê neyînî ne û wiha got: "Li gorî lêkolînên dîrokî, ji ber nîjadperestî û şovenîzma wan, têkiliya fermandarên Tirk bi hemû gelên cîhanê re xerab bû. Tiştê em îro dibînin jî berdewama çanda bav û kalên wan e."

Îbrahîm wiha lê zêde kir: "Şerên Tirkiyê yên dema niha û kiryarên wê yên barbarî, destwerdana li herêmên din, talankirina xêr û bêrên gelan û kuştina xelkê, berdewama çand û exlaqê hikumeta Tirkiyê ya beriya bi sedan salan e."

Her wiha îşaret pê kir ku dewleta Tirk li ser tevahî mirovahiyê xetere ye ji ber ku "nîjadperest e û bi kîn nêzî netewe, ol û mezhebên din dibe.

Îbrahîm daxuyand ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Temel Karamollaoglu ku wê demê serokê Şaredariya Sêwazê bû, tevî serokê partiya Seadetê ê niha û hin endam û rayedarên partiya Refah û Seadetê û partiya AKP`ê, ew êriş plan kirin. Çavkaniyên nêzî bûyerê diyar kir ku Karamollaoglu komkujî pîroz kir û eşkere ji sûcdaran re got "serkeftina we pîroz be".

Çalakvanê siyasî yê elewî Îbrahîm Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku piraniya kesên ku komkujî plan kirine, di serdema Recep Tayyîp Erdogan de peywirên bilind di hikumetê de bi dest xistin. Her wiha sûcdarên ku komkujî pêk anîne jî, nehatin darizandin.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din