'Planên Tirkiyê yên li herêmê rêbaza pêkanîna Mîsaq-î Millî ye'

Muaz Abdulkerîm armanc û planên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojhilata Navîn,  Afrîkayê û ajandeyên wê bi taybet li dewletên Ereban eşkere kir û got: “Planên dewleta Tirk ên li herêmê rêbaza pêkanîna Mîsaq-î Millî ye.”

Dewleta Tirk a dagirker ji mêj ve hewl dide planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne. Ev jî mijareke ji belgeyên dîrokî ku Erdogan dem bi dem eşkere ye.

Dewleta Tirk xebata pêkanîna Mîsaqa Millî dike, ku di 28’ê Sibata 1920’î de îmze kiriye, ku di wê demê de nexşeya berfirehkirina sînorên împratoriya Osmanî hat danîn.

Nexşeya ku Osmaniyan ji sînorê împratoriya xwe re xêz kiriye, herêma başûrê Kurdistanê heya Mûsil, parçeyên mezin ji herêmên ku tê de piranî şêniyên Iraqê hene,  li Sûriye Heleb û parçeyên fireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene.

Dewleta Tirk niha bi rêya destwerdana li dewletên Rojhilata Navîn bi taybet dewletên Ereban ku tê de gel li dijî rejîmên desthilata bi navê "Buhara Gelan" serî hildan, hewl dide xwe bike parêzvanê Îslama sunî û Îxwan El-Mislimîn bigihîne li ser desthilatdariyê. Ev jî li Misirê diyar bû, her wiha hewl dide vê yekê jî bi rêya piştevaniya komên tundraw li Lîbya û Sûriyê pêk bîne.

Serokê  Partiya Pêşerojê ya Sûriyê yê kantona Qamişlo Muaz Abdulkerim got: “Ji destpêka serhildanên aştiyane ku li gelek dewletan pêk hatin, dewleta Tirk lez kir da ku destê xwe têxe vê serhildanê. Şande, balyoz û wezîrê karên derve yên xwe şandin van dewletan ku piştgiriya dewletên ku têde Îxwan El-Mislimîn û komên çekdar ên tundraw hene, bike.”

Dewleta Tirk a dagirker roleke mezin di dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê de list, destek da Cebhet El-Nusra, DAIŞ û komên çeteyên bi navên cüda. Da ku bi rêya wan fikra îxwanî ya bi niyeta pêkanîna Mîsaq-î Millî li Sûriyê pêk bîne. Ew jî bi rêya beşdariya wê li qutbeyên sêalî ( Tirkiyê, Rûsya û Îranê) di civînên Cinêv, Astana, Kongreya Qahîrayê, Riyad û Istenbolê de pêk hat.

Abdulkerîm diyar kir ku berjewendiyên dewleta Tirk li tevahî dewletên Ereban belav bûn û wiha domand: "Dewleteke dijmin mîna Tirkiyê, ne tenê li ser Kurdan xetere ye. Heman demê de li ser tevahî dewletên cîhanê, bi taybet dewletên li Rojhilata Navîn jî xetere ye. Hedefa Tirkiyê bi rêya destwerdana wê ya yekser li Lîbya, Sûriyê û Başûrê Kurdistanê, eşkere bû."

Tirkiyê bi hikumeta El-Sîrac ya li Lîbyayê re gelek peyman bi navê peymanên berjewendiyê îmze kirin, her wiha hewl dide li herêmên petrolê bigere. Erebistana Siûdiyê û Misirê dorpêç bike ku dewletên herî dijberî siyasetên Tirkiyê yên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê ne. Ji bo guhartina rewşên siyasî û leşkerî li wan herêman dixebite.

Derbarê hedefên Tirkiyê yên ji peymana bi hikumeta Wîfaq a Lîbyayê re, Abdulkerîm wiha got: "Vê peymanê hişt ku Tirkiyê berjewendiyên xwe fireh bike û destê xwe deyne li ser herêmên hesas li gorî dewletên Ereb û dewletên herêmê yên parzemîna Afrîkayê. Her wiha destê xwe danî ser perava Deryaya Spî da ku zêdetir serweriyê li herêmên stratejîk min zeviyên petrol û gazê bike. Bi wê re jî bandoreke neyênî li ser tevahî dewletên Ereb heye, di serî de jî Misir."

Tirkiyê bi alîkariya çeteyên xwe û hêzên El-Sîracê 96 nuqte û baregehên leşkerî li herêmên ku dagirkirne ava kirin. Abdulkerîm got: “Ev nêzîkatî niyeta siyasî û leşkerî ya Tirkiyê ya di dagirkirnê de diyar dike.”

‘HELWESTÊN EREB YÊN LI HEMBER BERJEWENDIYÊN TIRKIYÊ

Muaz Abdulkerîm da zanîn ku hin dewletên Ereb helwestên eşkere û zelel li dijî hedefên dewleta Tirk ên dagerkiyê nîşan dan û wiha domand: "Misirê helwesteke zelel li dijî berjewendiyên dewleta Tirk û helwesta wê ya dijber di parzemîna Afrîkayê de stand. Her wiha dewletên Îmarat û Erebistana Siûdiyê axivîn ku dewleta Tirk dest bi projeya dagirkirina xaka Ereban bi hincetên cihêreng mîna Îxwan El-Mislimîn ku Tiriyê ji xwe bingeh girtiye, kiriye. Berê jî hikumerta Mirsî ya Misirê derfet girt, niha jî hikumeta El-Sîrac li Lîbyayê bi kar tîne, piştevaniya komên terorîst li Sûriyê dike. Şaneyên veşartî li Iraq û gelek dewletan aktîf dike."

Abdulkerîm destnîşan kir ku hikumeta Qeterê ya yekane ye ku helwesta alîgir nîşanî projeyên Tirkiyê yên dagirkeriyê de girt û wiha pê de çû: "Qeterê her tim piştevaniya darayî dikir, her wiha piştevaniya siyasî yan jî aborî ji Tirkiyê re dikir. Ev jî nîşaneya hebûna berjewendiyên hevbeş e. Ji lew re Tirkiye hewl dide têkiliyên xwe yên stratejîk bi Qeterê re xurt bike. Ne ji Qeterê bûya, dibe ku Tirkiiyê ji 2015’an ve ji aliyê aborî ve hilweşiya."

Têkildarî helwesta Amerîkayê ji berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker li Lîbya, yan li Iraq an jî li Sûriyê, Abdulkerîm got ku hê di helwesta wê de nixumandineke heye û wiha lê zêde kir: "Texmîn dikim ku lihevkirineke di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de di vê derbarê de hebe."

XWESTEKÊN JI DEWLETÊN EREB

Serokê şaxê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya kantona Qamişlol Muaz Abdulkerîm got ku divê dewletên Ereb bi tevahî li hember dewleta Tirk a dagirker ku armanc dike impratoriya Osmanî ji nû ve vegerîne, bisekinin û wiha bi dawî kir: "Dîrok xwe ji nû ve dûbare dike, xîlafeta Osmanî dema serweriya xwe li tevahî dewletên Rojhilata Navîn û dewletên rojavayê ferz kir. Dîsa jî bi hinceta Îslam û fetihên îslamî bûn. Niha jî di vê demê de xwesteka Tirkiyê ya vegerandina wê yekê bi heman rêyê heye. Ji ber Tirkiyê di vê demê de xwe wek parêzvanê dewletên Îslamî dibîne, her wiha Îxwan El-Mislimîn ji bo destwerdana li kar û barên dewletan û pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne."

(fr)

ANHA 


Mijarên Din