Plansaziya nû ya Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê piştî bidawîbûna sala perwerdeyê dest bi amadekariyên sala nû ji tevahiya aliyan ve dike.

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ve di 20`ê Cotmeha 2017`an de ji hêla QSD`ê ve û aktîfkirina Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, komîte bi tevahiya keda xwe hewl dide prosesa perwerdeyê bi ser bixe û hejmara herî mezin a xwendekaran hembêz bike. Ji ber wê dibistanên Reqayê sererast kirin û mamoste di dewreyên perwerdeyê re derbas kirin.

Amadekariyên sala sêyemîn

Komîteyê îsal sererastkirina dibistanên ku wêran bûne, bi taybet li herêmên ku niştecihên wê pirtir in, xistiye nav xebatên xwe yên destpêkê. Ji wan dibistanên a taxa El-Teyar, dibistana tekane ya taxa El-Romaniye û El-Diriye, ev herêm tu dibistan lê tune ne. Li navenda bajêr jî mîna Bibistana Cemîl Ebû Heyder û Balqîs ên ku bi temamî wêran bûne û dibistana Umer Bin El-Xetab.

Komîteyê ji bo pêşwazîkirina sala sêyemîn tevahiya amadekariyan dike. Derdora 2 hezar û 400 mamosteyên nû di ezmûnên nivîskî re li hindek navendên ku li gundewaran diyar kirine û bi çavdêriya desteya hevserokatiya Komîteya Perwerdeyê û Rêveberiya Dibistanan a Giştî derbas kirin. Encamên ezmûnan dê piştre werin ragihand, da ku mamosteyên ku hatine qebûlkirin di dewreya materyalan re ya ku dê di 6`ê Hezîranê de dest pê bike, derbas bibin. Kesên ku dê bi ser bikevin tevî kadroya berê dê tev li dewreyeke perwerdeyê heya 2 mehên domdar bibin.

Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Elî El-Şenan got: "Komîteyê qonaxa sererastkirina besît û lezgîn derbas kir û  ji du mehan ve dest bi sererastkirina dibistanan bi awayekî giştî kiriye. Me derdora 81 dibistanên bajêr û gundewar bi giştî ji bingeha 322 dibistanan sererast kirine. Me ew dibistan bi awayekî fermî vekirin. Em hewl didin hejmarek ji wê bêtir sererast bikin û em texmîn dikin ku bi destpêka sala bê re dê hejmara dibistanên ku werin sererastkirin, bigihîje 360 dibistanan."

Girêdayî dewreyên havînê yên perwerdekirina mamosteyan El-Şenan bi bîr xist ku komîteyê ji bo perwerdekirina mamosteyan 14 navend diyar kirine tevî mamosteyên ku dê di ezmûnên havînê de bi ser bikevin. Komîteya Fekulteya Zanyarî ji bo mamoteyên branşan diyar kir da ku tev li dewreyên perwerdeyê yên girêdayî rêbazên wanedayînê li gorî materyalên ji hêla UNICEF ve hatine pêşkêşkirin, bibin.

Di dawiya 2017`an de Komîteya Fêrkirin û Perwerdeyê, bi derfetên kêm 33 dibistan li pêşiya zêdetirî 23 hezar xwendekaran bi çavdêriya 400 mamosteyan. Di sala perwerdeyê ya 2018-2019`an de hejmara xwendekaran gihaşt 114 hezar xwendekarî. Piştî di 2 salên dawîn û bi peydabûna ewlehiyê bi awayekî balkêş hejmara xwendekaran zêde bû. Hejmara dibistanên ku Komîteya Perwerdeyê di van 2 salan de vekirine, gihaşt 322 dibistanan. Tê payîn di sala bê de hejmara dibistanan bibe 360.

(şx)

ANHA


Mijarên Din