Platforma Olên Mezopotamyayê: Yekitî daxwaza Xwedê, parçebûn daxwaza neyaran e

Platforma Olên Mezopotamyayê têkildarî aloziya li Zînî Wertê daxuyaniyek da û bal kişand ser yekitiya gelê Kurd û hate gotin ''Yekitî daxwaza Xwedê ye, parçebûn daxwaza neyaran e.''

Platforma Olên Mezopotamyayê der barê aloziya li Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyanî wiha ye:

''Gelê Kurd ê Qehreman!

Em bi salan e ji bo azadiya welatê xwe, li dijî neyarên hov li ber xwe didin.

Me li çar parçeyên axa xwe, bi sed hezaran cangorî dan. Neyarên me hemû cureyên zilm û zordariyê li ser me pêk anîn û hê jî pêk tînin; kuştin, zîndanîkirin, sêdarê xistin, parçekirina laşê me, xirakirina mezelên me, îşkence, talan, tecawiz, şewitandina mal û samanên me, xirakirina bajar û gundên me, destavêtina dayik, xwişk û hevjînên me. Divê ev tu caran neyên jibîrkirin û mafê tu Kurdekî tune ye di vê de xafil bibe.

Dema neyarên me; di serî de dewleta Tirk, Iraq, Suriye û Îranê me dikujin û sosretan tînin serê me, nabêjin ev Kurmanc in, Kird in, Lor in, Kelhor in, Soran an jî Goran in. Di heman demê de nabêjin ev misilman e, êzidî ye, yarsan e, ehlî heq e, feylî ye yan jî elewî ye.

Ji ber wê, divê em wek miletekî qehreman ku rêxistinekî wek DAÎŞ ê têk biriye, em bihizirin û li dijî neyarên xwe, em bibin yek deng û yek kulm.

Gelekî weke gelê me, xwedan çand û dîrokekî kevnare û bingehîn e, pêwist e ji kiryarên neyarên xwe, em ji xwere ders û tecrûbeyan derxînin. Me dît, di dema referandûmê de li ser Kurdan, hemû dijminên gelê me, li dijî me bûn yek deng û bi hevre êrişî me kirin. Kerkûk, Mûsil Xaniqîn û Şingal ji dest me derxistin, gelê me qetil kirin û penaber kirin. Me dît li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê jî heman tişt liser gelê me pêk anîn.

Niha careke din, neyarên me dixwazin, di nav me de fitnê û fesadiyê çêbikin. Pêwiste em bi miletî bi yek dengî, li dijî vê fîtnê hişyar bin, li dijî leyistikên qirêj û gemar derkevin, berovajî vê fîtnê, yekîtiyekî mayînde bi cîh bikin. Dem ji me hemûyan dixwaze û fermanê li me dike, em hemû bi hevre li dijî vê fesadî û finê derkevin. Pêwîst e em yekrêziya xwe xurt bikin. Ev, fermana dîrok û demê ye, divê tu rêxistinek û kesayetekî Kurd vê fermanê paşguh nekin. Kî di bin bandora neyarên milletê me de bimîne û şaşiya dîrokî bike, ne xwedê, ne gel, ne jî dîrok ew ê wî bi bexşe û di encamê de ew ê were ruswa kirin.

Me gelek êş û azarên mezin kişandin. Em dibêjin “ne li Zînê Wertê, ne li deverekî dîtir, pêwîst e teqez xwîna Kurdan bi destên Kurdan neyê rijandin”. Em oldarên Kurdîstanê, dibêjin; êdî bes e! Me êş kişand, bes em bimirin, bes em penaber bibin! Werin, em hemû bi hev re li dijî leystikên neyarên xwe derkevin. Em bang li hemû aliyan dikin û dibêjin “Kurdistan yek e, Kurd yek milet e, Kurdan bi hemû rengên xwe ve yekitî ava kirine. Werin, em hemû ked û eqlê xwe li ser azadiya gelê xwe bi kar bînin."


Mijarên Din