Pêngava duyemîn a sererastkirina kanalîzasyonên Hecînê berdewam e

Şaredariya Gel a Hecînê xebatên sererastkirina toreyên kenalîzasyonê di nava pêngava 2`emîn de didomîne.

Piştî ku rêgarên kanalîzasyon ên navenda bajarokê Hecînê hatin paqijkirin û dest bi aliyê rojhilat ku şêniyên wê ji ber xetimandina praniya nuqteyan bi gazinc bûn. Ji ber wê jî ava kanalîzasyonan pir dibû.

Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a Hecînê dest bi paqijkirina rêgaran kir. Niha xebat di aliyê rojhilat tê kirin. komîtek ji 9 xebatkar û çavdêrên ji şaredariyê pêk tê di paqijkirina wê de dixebitin da ku asta kar bilind û bi awayekî baştirîn pêk were.

Ji ber derfet ne zêde ne, cihê xirabûyî tê sererastkirin.  Şopdêr di xebatên xwe de rastî hindek zehmetiyan tên ji wan ku pilansaziyeke diyar ji kanalîzasyonan re tune ye û di demên berê de bi awayekî ne baş hatibûn çêkirin her wiha amûrên selametiyê mîna alavên oksecînê tune ne.

Beriya niha bi mehekê, şaredariyê dest bi projeyê kir û tê payîn ku heta du mehên din dewam bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din