Pêngava "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" encam girt

Rêxistina Sara ku yek ji rêxistinê li dijî şideta li ser jinan tevdigere, di çarçoveya pêngavên xwe de dikarî xwe bighîne hejmarek mezin a jinên ku tundî li ser wan tê meşandin û bi wan re bibe alîkar

Rêxistina Têkoşîna li dijî Şideta li ser Jinan a Sara bi armanca  ku rê li ber hemû cûreyên şîdeta li ser jinan bigire, bi dirûşme "Jin jiyan e, jiyanê nekujin" pêngavek da bû destpêkirin. Rêxistinê di çarçoveya pêngavê de ku bi heman dom kir de dikarî xwe bighîne gelek jinan ên ku rastî şideta fîzîkî û dirûnî dibin.

Têkildarî encamên pêngavê li herêma Firatê, Rêvebera Rêxistina Sara ya li herêma Firatê Şirîn Muslim diyar kir ku wan hewl da û didin bi vê pêngavê bi hemû rêbazan alîkariya jinên ku tundî li ser wan tên meşandin.

Der barê qonaxên pêngavê Şirîn got: "Em li hemû deverên herêma Firatê civîn li dar xist û aramncên rêxistinê da nasîn. Her wiha sîmîner hatin dayîn da ku zihniyeta baviksalarî ji holê bê rakirin."

Şirîn di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wan di vê pêngavê de xwe gihandin hejmarek mezin a jinan ku tundî li ser wan tên meşandin û got: "Wekî alîkariyekê me ew jin derbasî perwerdeyên bi mehan kirin ji bo bandora tundiyê li ser wan rabe."

Şirîn Muslim bal kişand ku di qonaxa duyemîn a pêngavê de çalakî hatin lidarxistin da ku diyardeya şideta li ser jinan bê tinekirin û got, ew ê hewl bidin bi hemû rêbazan dawî li şideta li ser jinan bînin.

ANHA


Mijarên Din