Pêngava Tunekirina Terorê bi serkeftî didome

Hêzên komando yên QSD’ê di operasyonekê de li bajarokê Zîban ê rojhilatê bajarê Dêrazorê, hindek endamên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê girtin û gelek amûrên teknîk desteser kirin.

Di roja çaran a Pêngava Tunekirina Terorê de QSD`ê bi koordîneya bi Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re xebatên xwe yên leşkerî li dijî şaneyên DAIŞ`ê didomîne.

Hêzên komando yên girêdayî QSD`ê di operasyoneke îstixbaratê de bi ser gelek nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê de li bajarokê Zîban li rojhilatê bajarê Dêrazorê girt.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hêzên komando di vê operasyonê de 7 kesên ku bi çeteyên DAIŞ`ê re didin û distînin, girtin.

Her wiha gelek amûrên bêtêl û elektronîk ên ku çeteyan bi kar dianîn, desteser kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk tevî hêzên xwe yên taybet li ser bangewaziya rûspiyên Dêrazorê û di çarçoveya temamkirina qonaxa yekemîn a Pêngava Tunekirna Terorê li dijî terorê de ya ku QSD`ê di 4`ê Hezîranê de daye destpêkirin, serdegirtina nuqteyên çeteyên DAIŞ û kesên ku bi wan re didin û distînin li rojhilatê çemê Firatê didomîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din