Pêngavên Desteya Aborî û Çandiniyê yên dabînkirina zirarên şewatan

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser hejmara cotkarên ku zirar ji şewatên li herêmên Rêveberiya Xweser dîtine, eşkere kir da ku wan di demeke nêzîk de zirarên wan dabîn bike.

Mewsima çandiniyê li herêmên Rêveberiya Xweser rastî zirarên bi sedema şewatan hat. Her wiha li gorî daneyên li gel desteyê, rûberên şewatan gihaştin zêdetirî 435 hezar û 500 donim li tevahî bajar û herêmên Rêveberiya Xweser. Ji wê jî zêdetir, 14 sivîl û leşkeran di dema vemirandina şewatan de jiyana xwe ji dest da. Ji bilî wê ziyan gihaşt çandiniyê û sewalvaniyê jî.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser bi hevkariya bi Rêxistina Heyva Sor, Yekitiya Cotkaran û hevserokên Komeleya Cotkaran re xebata komkirina dabînkirina zirarên cotkaran pêk tîne. Dê xebata desteyê di dawiya Tebaxê de bi dawî bibe.

Komîteyên ku Desteya Aborî û Çandiniyê ji bo diyarkirina rûberên şewatan erkdar kirine, xebatên xwe bi dawî kirin da ku piştre civîna desteyê ya dabînkirinê di destpêka meha Îlonê de pêk bê.

Li gorî daneyên desteyê yên şewatan, hejmara cotkarên zirar dîtiye 6 hezar û 36 e û wiha dabeş dibin; herêma Firatê 948, herêma Cizîrê 4 hezar û 250, Dêrazor 79, Reqa 54, Tebqa 639 û Minbic 66 cotkar.

Rêveberiya Xweser şewat bi zanebûn bi nav kir. Aliyên li pişt, hewldana wan a derbkirina aboriya herêmê û şerkirina şêniyên wê ya pariya jiyana wan e. Her wiha fitneyê û bêbaweriyê di nava rêveberî û şêniyên herêmê de çêkin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û aliyên pêwendîdar hin kesên biguman ku destê wan di şewatan de heye, destgîr kirin. Li ser mijarê ji bo angaştên ewlehiyê tu agahî nehatin dayîn.

Çavdêran anî ziman ku şewat bi zanebûn ji hêla çeteyên DAIŞ’ê, şaneyên îstîxbarata Tirkiyê û çeteyên wê ve pêk hatin. Her wiha hin aliyên ku şerê projeya demokrasiyê li herêmên Rêveberiya Xweser dikin jî şewat pêk anîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 4’ê meha Tîrmeha îsal de biryar der barê dabînkirina zirarên kesên ji ber şewatan zirar dîtine, da. Ew jî bi rêya komkirina alîkariyan û balkişandina rêxistinan a pêşkêşkirina alîkariyan bû.

Li gorî daxuyaniya berê ya desteye, dê alîkarî tenê li ser tov û cotajotinê bê dayîn û derbasî qezenckirina çandiniyê nabe.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din