Pêngavên paqijiyê bi beşdariya endam û berpirsên Rêveberiya Xweser didomin

Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina jîngehê, pêngavên paqijkirinê bi beşdariya endam û berpirsên saziyên Rêveberiya Xweser berdewam in.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha "Em şêniyên vî bajarî ne û divê em bajarê xwe paqij bikin" ji aliyê deste û meclisên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê ve di 30`ê meha Hezîranê de pêngavên paqijiyê dest pê kiribûn. Pêngavên paqijiyê berdewam dikin.

Pêngava ku bi nave "Welatê me mala me ya mezin e, divê em parastina wê bikin" pêngaveke heftane ye, hemû deste û meclisên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê beşdar dibin.

Îro jî di hefteya çaremîn de, li bajarê Qamişlo endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê, endamên TEV-DEM’ê, endamên Dadgeha Gel, endamên Hêzên Ewehiya Hundirîn û Trafîkê beşdar bûn.

Kesên beşdarî pêngavê bûne, li gorî nuqteyên ku berê ji aliyê komîteya rêveber a pêngavê hatine diyarkirin, belav bûn.Deverên ku hatin paqijkirin ev in: Navbera Çerxerêya Sonî ya li navenda bajar û heta Çerxerêya Şehîdan, herêma Sînaa heta qada Çarrêyan, kolana Sînaa heta Navenda Têkiliyên Dîplomatîk, navenda kantona Qamişlo li taxa Qenat El-Siwîs heta texa Enteriyê, ji Çerxerêya Osman Sebrî (rojavayê bajêr) heta Sebaa Behrat, ji Çerxerêya Osman Sebrî heta Çerxerêya Rêbertî ku dikeve ser rêya Hîzamê, ji Çerxerêya Osman Sebrî heta daketina rojhilatê bajarê Qamişlo û ji Um El-Firsan heta navenda bajarê Qamişlo.

Paşê beşdarên pêngavê belavokên girêdayî parastina paqijiya bajar wekî "Paqijkirina bajêr ji erka xwe bibînin","Paqijkirin şaristanî ye" û "Bermahiyan neavêjin, di nêrîna te de tiştekî normal e, lê belê ji jîngehê re bobelat e" li şêniyan belav kirin, her wiha şêniyên bajar û dikandar têkildarî girîngiya avêtina çopê li deverên ku hatine veqetandin, hişyar kirin.

Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Welîda Botî ku yek ji beşdaran bû, got: "Paqijkirin çanda bajarê me ye, bang li hemû şêniyên xwe dikin ku beşdarî vê pêngavê bibin û paqijkirina bajêr ji bo wan xeta sor be."

Her wiha şêniyê bi navê Mihemed Norî kêfxweşiya xwe bi beşdariya ji pêngavê re anî ziman û wiha got: "Ev pêngav şêniyên me fêrî hezkirina paqijkirinê dike û em piştgiriyê didin pêngavê."

Di heman demê de li bajarê Hesekê vê sibê bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeya rojava, endam û rêveberên Meclisa Kantona Hesekê li kolanên navçeya rojava ya bajêr belav bûn û dest bi paqijiya kolanên navçeyê kir.

Tê zanîn ku li bajarê Hesekê jî her yekşem bi armanca parastina çanda paqijiya bajêr û hişyarkirina civakê pêngava paqijkirinê pêk tê.

Ji Gerînendetiya Tenduristiyê ya bajarê Hesekê bijîşk Şahîn Hesen ku ew jî beşdarî pêngavê bûbû, wiha  got: "Em ji bo rûniştandina çanda paqijiyê bi vê pêngavê radibin, ji ber ku nîşana şaristanî û bajar e."

Pêngavên paqijkirinê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî berdewam in.

(eh)

ANHA


Mijarên Din