Polîsên Sûdanê bi bombeyên gazê êrîşî xwepêşandaran kir 

Polîsên Sûdanê bi gaza îsotê mudaxele li xwepêşandaran kir ku hewl didan barîkatan li rêyan deynin.

Çavkaniyan ji AFP’ê re raber kir ku çalakvanên Sûdanê hewl da bi teker, kevir û kokên daran bendên kontrolê ava bikin da ku rêyan qut bikin, lê polîsan bi rêya bombeyên gazê hewldana  wan qedexe kir.

Çavkaniayn da zanîn ku rêyên hundirîn bi temamî hatine girtin û hewl didin nehêlin şênî biçin kar.

Tevgera çûn û hatinê ya erebeyan di naverasta Xertûm û derdora wê de kêm bûye, lê di heman demê de jî hin erebeyên taybet dilivin. Li rexê jî dikanên bazirganiyê li herêma bazirganiyê ya naverasta Xertûmê û sûkê hatine girtin.

Li gorî rojnamevanekî ji ajansa AFP’yê raber kiriye ku li hola çûnê ya balafirgeha Xertûmê gelek rêwî bendewar bûne.

Opozîsyona Sûdanê dest bi protestoya sivîl kir ku heta pêkhatina hikumeta sivîl bi dawî nabe.

Piştî serok Umer El-Beşîr ji çend mehan pey çalakiyan îstîfa kiriye, Meclisa Leşkerî ji Nîsanê ve hikum bi dest xwe ve anî. Ji wê demê ve fermandarên artêşê li dijî bangên çalakvan û civaka navdewletî ya veguhastina desthilatê ya sivîlan sekinî. Di dawiya Gulanê de gerên diyalogan hilweşîn.

Ji ber serdana serokwezîrê Etiyopyayê Abî Ehmed a Xertûmê ku navbeynkariyê di navbera nûnerên xwepêşdanê û Meclisa Leşkerî ya Sûdanê de bike ya ku desthilatiya Sûdanê ji dema Umer El-Beşîr ji 11’ê Nîsanê ve îstîfa kiriye de dike,  banga protestoya sivîl hate kirin.

(fr)


Mijarên Din