​​​​​​​Polîsên Tirk bi ser nivîsgeha Ajansa Mezopotamyayê de girt

Piştî ku polîsên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Dîndar Karataş destgîr kir, vê carê jî bi ser ofîsa ajansê ya Wanê de girt.

Li Wanê vê sibehê polîsan bi ser mala nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Dîndar Karataş de girtibû û ew destgîr kiribû. Karataş li navenda polîsan a Wanê tê ragirtin.

Polîsan piştî binçavkirina Karataş bi ser nivîsgeha Ajansa Mezopotamyayê ya Wanê de jî girt û lêgerîn pêk anî. Polîsan bi behaneya lêgerîna li nivîsgehê jî wek biryara Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ya der barê Karataş de nîşan da.

Di 11’ê Îlonê de jî polîsan bi ser malên nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNews’ê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala de girtibû û ji ber nûçeyên der barê Servet Turgut û Osman Şîban de ji helîkoptêrê hatibûn avêtin, hatibûn binçavkirin û girtin.

Her wiha polîsên Trik di 11’ê îlonê de dîsa bi ser ofîsa ajansê ya Wanê de girtibû û dest danîbû ser alavên teknîk.


Mijarên Din