Polîsên Tirk li Amedê ciwanek kuşt

Li Amedê polîsên dewleta Tirk ciwanê bi navê Recep Hantaş ku li parkê rûniştibû, kuşt. Her wiha ciwanekî din jî ku di dema bûyerê de li cem Hantaş bû, destgîr kirin.  

Li nêzî Sumerpark a navçeya Yenîşehîr a Amedê, dora saet 4'an polîsan ciwanê bi navê Recep Hantaş bi çekê kuşt. Tê gotin, wexta Hantaş û ciwanekî ku navê wî nehat  zanîn li parkê rûniştibûn, polîsan bi çekê bera serê Hantaş daye. Hantaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Cenazeyê Hantaş, îro danê nîvro li Goristana Yenîkoyê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.Polîsan nehişt ji xeynî malbatê tu kes bikeve goristanê û têketin û derketina goristanê girtin. Hat zanîn wê taziyeya Hantaş li Mala Şînê ya Ehmedê Xanî be.

Her wiha hat ragihandin ku ciwanên li cem Hantaş û navê wî nehat zanîn jî hatiye binçavkirin. Nehat zanîn ciwanê hatiye binçavkirin birine ku derê. Tê gotin ku polîsan ji malbata Hantaş re gotiye kesê li cem Hantaş bûye "navê wî di lîsteya terorê de ye”.

Hantaş, di sala 1999'an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinê.


Mijarên Din