Polîsên trafîkê yên Kobanê dest bi hemleyekê kir

Polîsên trafîkê yên kantona Kobanê dest bi hemleyekê kir, tê de ciwanên temenbiçûk ku  motorsîklêtan bi lez diajon, dide rawestandin.

Di demên dawîn de ciwanên temenbiçûk li taxên bajarê Kobanê motorsîklêtan pir bi lez diajon, ji ber vê yekê polîsên trafîkê ev yek da rawestandin û sînorek jê re danî.

Polîsan duh di seatên êvarê de dest bi hemleyeke berfireh kir, tê de ajotina bilez qedexe kir û kesên vê yekê pêk bînin, dê ceza bikin.

Endamekî polîsên trafîkê destnîşan kir ku rewş bi vî awayî nayê qebûlkirin û bi taybet piştî ku rêjeya qezayan zêde bûye.

Trafîkê dewriyeyên xwe li hemû rê û kolanên sereke li bajêr danîn û kesên ku bi lez siwareyan diajon, ceza dikin. Her wiha erebeyên ku hejmara xwe li herêmên Rêveberiya Xweser tune bin, dê bên cezakirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din