Pompeo bersiv da Enqereyê: Em li ser gotina xwe ne

Washingtonê li ser zimanê wezîrê karên derve yê DYA’yê Michael Pompeo bersiva îdiayên Tirkiyê da ku daxuyaniya hişyariya êrîşa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berovajî kirine. Her wiha teqez kir ku ew li ser hemû gotinên di daxuyaniyê de ne.

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Michael Pompeo yekser bersiva îdiayên Tirkiyê da ku Washington naveroka hevdîtina bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re berovajî kiriye û tekez kir ku ew li ser gotinên xwe yên di daxuyaniyê de ne.

Ev yek bersiva berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy e ku got "Daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ve hatiye belavkirin ku diyar e beriya wezîrê karên derve Mevlut Çavuşoglu bi yê DYA’yê Michael Pompeo re hatiye amadekirin, ne tenê naveroka hevdîtinê derdixe, lê hin mijarên ku behasa wan nehatiye kirin, hene."

Lê belê Pompeo yekser diyar kir ku ew li ser hemû gotinên xwe yên di daxuyaniyê de ne û di civîneke çapemeniyê li Washingtonê de wiha got: "Min daxuyanî xwend û ez li ser hemû gotinên tê de me."

Di daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya DYA’yê de ku piştî hevdîtinê hate belavkirin, Pompeo aliyê Tirkiyê der barê êrîşên Tirkiyê yên li ser Sûriyê de hişyar kir ku dê bi xwe re encamên xirab bîne.

(bx)


Mijarên Din