Pompeo: Bexdayê soza parastina berjewendiyên DYA’yê da

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo ragihand ku roja sêşemê bi rojeva ajoyên Îranê serdana Bexdayê kiriye û berpirsên Iraqê yên bi wan re rûniştine, soza pêkanîna parastina guncaw a berjewendiyên DYA’yê li welatê xwe da.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo ya piştî serdana xwe ya li paytexta Almanyayê Berlînê betal kir, serdana Bexdayê kir. Her wiha Wezareta Karên Derve ya DYA’yê serdana Mike Pompeo ya duh li Iraqê bûye, ranegihandibû.

Mike Pompeo ji rojnamevanên kup ê re çûna paytexta Iraqê re got: "Me li ser girîngiya garantiya pêkanîna Iraqê ya dabînkirina parastina guncaw ji amerîkiyên li welatê wan nîqaş kir."

Pompeo îşaret pê kir ku berpirsên Iraqê berpirsyarên xwe li hember parastina amerîkiyên li welatên wan diyar kiriye.

Mike Pompeo ji rojnamevanan re tekez kir ku armanc ji serdana Iraqê ew e ku nîqaş bi fermandariyên wir re bê kirin ku amadekariyên berdewema garantiya ku Iraq dewleteke bi qanûn û serbixwe ye, bide.

Pompeo bal kişand ser ku metirsiya DYA’yê ya der barê desthilatiya Iraqê de ne nû ye û dixwaze Iraq serbixwe be.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo roja sêşemê gihaşt paytexta Iraqê, di serdanekê de ku berê ranegihandibû. Serdana wî di demekê de hat ku tê de serokê DYA’yê Donald Trump fişarê li dijî Îranê zêde dike û nakokiyên di navbera Îran û Washongtonê de.

(fr)


Mijarên Din