Pompeo bi Çavuşoglu re mîsogeriya parastina Kurdan teqez kir

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi bi rêya telefonê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re mîsogeriya parastina hevalbendên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Robert Paladino duh ragihand ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û hempîşeyê wî yê Tirkiyê hevkariya Amerîka û Tirkiyê di çarçoveya vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê de nîqaş kiriye.

Wezîrê karên Derve yê Amerîkayê Pompeo teqez kir ku Amerîka girîngiyê dide parastina hêzên ku pê re hevkar bûn û koalîsyona şerê li dijî DAIŞ`ê.


Mijarên Din