Pompeo dê dosyayên Sûriye, Venezuela û Ukranyayê li Rûsyayê nîqaş bike

Wezareta derve ya Rûsyayê îro Çarşemê ragihand ku wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dê 14-15`ê Gulanê serdana Rûsya bike û geşedanên li Sûriye, Velezuela û Ukranyayê nîqaş bike.

Wezaretê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Pompeo di serdana xwe ya ku di navbera her du dewletan de hatiye lihevkirin, dê bi hempêşiyê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov re bicive. Dê bi Lavrov re nêrînên girêdayî têkiliyên her du dewletan, dozên navdewletî yên acil, di nav de rewşa Sûriye, Venezuela û Ukranyayê nîqaş bike. Di nîşaneyekê de ji nêrînên Rûsya û Amerîka yên cuda têkildarî çareseriyên her sê aloziyan.

Duh Sêşemê çavkaniyek dîplomatîk yê Rûsî di axaftina xwe de bi ajansa Novosti re, got: “Lavrov û Pompeo di hevdîtina xwe de ya piştî civîna Meclisa Herêma Qaşaya Bakur li Filendayê lihev kirine ku dê 14`ê Gulanê danûstanên nû li bajarê Soçiyê yê Rûsî çêbikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din