Pompeo: DAIŞ hîna jî metirsiyeke mezin e û karê koalîsyonê temam nebûye

Wezîrê karên derve ya DYA’yê Mike Pompeo ragihand ku DAIŞ hê jî metirsiyeke mezin e û karê Koalîsyona Navneteweyî temam nebûye.

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di daxuyaniyekê de ku Wezareta Karên Derve ya DYA’yê li ser marpela xwe weşandibû, got: "Berî salekê DYA bi Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û hevkarên herêmî li Iraq û Sûriyê re, opresyonek dest pê kir ku di encamê de avakar û serokê DAIŞ'ê Ebû Bekir El-Bexdadî hate kuştin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev yek piştî hilweşandina xîlafeta herêmî ya DAIŞ`ê pêk hat û ev jî serkeftineke mezin bû di rêya mîsogerkirina têkbirina DAIŞ'ê de. Wezaretê destnîşan kir ku di gotin û kirinên rêveberiya DYA’yê de diyar bû ku wê rê nede DAIŞ`ê ji bo ku vegere.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de hate piştrastkirin ku ji dema kuştina El-Bexdadî ve DYA û hevkarên wê yên Koalîsyonê xebatên têkoşîna li dijî DAIŞ'iyên mayî domand û hate zelalkirin ku hemleya li dijî DAIŞ`ê rêveberiya rêxistinê xiste tevliheviyeke domdar û karîna DAIŞ`ê ji bo birêxistinkirin û plankirina êrişan, asteng kir.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Xebatên koalîsyonê hîna temam nebûne. DAIŞ hê jî metirsiyeke mezin çêdike. Girîng e ku zextên domdar li ser DAIŞ'iyên mayî li Sûriyê û Iraqê bidomin. Divê em xebatên xwe yên komî ji bo tunekirina şax û torên DAIŞ`ê yên li tevahiya cîhanê xurt bikin.”


Mijarên Din