Pompeo: Dibe ku Amerîka bi awayekî leşkerî mudexeleya Venezuela bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got rêveberiya serok Donald Trump amade ye ku bi awyekî leşkerî mudexeleya Venezuelayê bike, da ku aloziya wê bi dawî bike.

Pompeo ji toreya Fox Business re ragihand û got: "Helwesta serok diyar e. Eger pêwîst bû DYA dê bi awayekî leşkerî mudexeleyî Venezuelayê bike. "

Pompeo wiha domand: "DYA berbijarka aştiyane dixwaze. Ew jî bi derketina serok Nicolas Maduro ji desthilatdariyê û lidarxistina hilbijartinên nû pêkane."

Pompeo wiha berdewam kir: "Lê serok diyar kir ku eger dema wê hat, divê em hemû birayarên girêdayî ku ew kêliya kengî ye bidin. Dê di dawiyê de serok wê biryarê bigire. Eger ew tişt bê xwestin serok amade ye."

Di hevdîtinek cuda de bi toreya CNN re şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê John Bolton ragihand ku Pompeo dê îro bi hempêşiya xwe ya Rûsî Sergey Lavrov re rewşê nîqaş bike.

Bolton û Pompeo ,Rûsya û Koba bi sekinandina li hember guhertina pergala Keresatê tewanbar kirin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din