Pompeo: Em amade ne bêyî şertên berê bi Tehranê re rûnên

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Siwêsrayê got, Washington amade ye bêyî şertan diyalogan bi Tehranê re pêk bîne.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro li Siwêsrayê di civîneke çapemeniyê  de li gel hempîşeyê xwe yê Siwêsrayê Ignacio Casillas got, "Em amade ne bê şertên berê dest bi diyalogan bikin û bi Tehranê re li ser maseyekê rûnên."

Pompeo her wiha got: "Xebatên Amerîkayê yên tinekirina çalakiyên xirab ên vê komara Islamî berdewam e."

Siwêsra, beriya niha di navbera herdu aliyan de "Washington û Tehranê" bibû navbeynkar e.

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya tora gera xweya duyemîn li Ewropayê de serdana 4 dewletan dike û dixwaze wê peyamê bide rêveberiyên dewletan ku Trump naxwaze li dijî Tehranê şer bike.

 

 


Mijarên Din