Pompeo: Em hewl didin aktîfkirina S-400’an li Tirkiyê asteng bikin

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji Bloombergê re got "Welatê min rê li pêşiya aktîfkirina Tirkiyê ya ji sîstema S-400’an ku ji Rûsyayê kiriye, digire” û bal kişand ser ku Washingtonê Enqere agahdar kir ku ev yek nayê pejirandin."

Pompeo di hevpeyvîneke li gel kanala Blooberg de got: "Der barê gotûbêjên hundirîn ez tu nirxandinan nakim, em bi hev re dixebitîn û me ji Tirkan re eşkere tekez kir ku belavkirina sîstema S-400 nayê pejirandin."

Pempeo destnîşan kir ku Tirkiye ji bernameya balafirên F-35 a nifşê pêncan ê balafirên şer, ji ber kirîna sîstema moşekan a rûsî bê par ma û wiha lê zêde kir: "Dibe ku cezayên din werin ferzkirin, her wiha em der barê bikarneanîna S-400’an de bi israr in."

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pempeo wiha pê de çû: "Ev armanca me ye û der heqê vê yekê de me di mehên derbasbûyî de bi Tirkiyê re diyalog kirin."

(eh)


Mijarên Din