Pompeo: Erdogan ji bê aramiya li herêmê berpirsyar e

Wezîrê Derve yê DYA‘yê Mike Pompeo, Erdogan  tewanbar kir ku ji bê aramiya li herêmê berpirsyar e.

Pompeo di hevdîtina xwe  ya li gel toreya Fox Business re ragihand: "Erdogan berpirsê ne aramiya herêmê ye."

Pompoe destnîşan kir ku hîna plan dike ku îro serdana Tirkiyê bike û texmîn dike ku di serdana xwe ya ji Enqereyê re bi Erdogan re bicive.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got, welatê wî hewl dide valahiyek li Sûriyê çênebe û hêvî kir ku çareseriyek ji aloziyê re were vedîtin.

Ev pêşketin piştî ku Erdogan ragihand ku ew li Enqereyê bi Pence û Pompeo hevdîtinan pêk nîne hatin. Lê piştre ji axaftina xwe paşde vekişî.

(şx)


Mijarên Din