​​​​​​​Pompeo gihaşt Îsraîlê

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo îro gihaşt Îsraîlê da ku bi Benyamin Natanyahu re der barê Îran û plana têkildarî Difa El-Xerbiye dev dan û standinê bike.

Pompeo di serdana xwe de dê pêngavên Îsraîlê yên der barê xaka Difa El-Xerbiye de nîqaş bike. Pompeo dê bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Natanyahu re û helvabendê  wî Bînî Gantis re bicive.

Pompeo ji rojnameya Hiyûm a Îsraîlê re wiha got: "Em bi hêvî ne ku rêveberiya Filistînê îqna bikin ku divê bi Îsraîlê re li ser esasê aştiyê ku ji aliyê serok Donald Trump ve hat derxistin, nîqaş bikin."

Natanyahu plan dike ku sibe ew û hikûmeta itîlafa xwe ya nû sibe sond bixwun û di nava xebatên hikûmetê de ku dibe rêveberiya xwe li ser baregehên cihûyan, Xewir El-Urdun li Difa El-Xerbiye ragihîne û wan tev li xaka Îsraîlê bike.

Diyalogên ji bo aştiyê bi desteka DYA`yê di sala 2014`an têk çûbûn.

bx


Mijarên Din