Pompeo: Heger Îran berjewendiyên me hedef bigire em ê bersiv bidin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Sêşemê got, ew derfeta destpêkirina şerekî li hemberî Îranê nabîne lê eger berjewendiyên DYA‘yê hatin hedefgirtin dê bi awayekî guncew bersivê bide.

Pompeo di kongreyek çapemenî hevpar de bi hempêşiyê xwe re yê Rûsî Sergey Lavrov li bajarê Soçiyê diyar kir ku DYA`yê dixwaze ku Îran wek dewletek normal tevbigere. Pompeo  got, Washington dê zextê li ser Îranê bidomîne.

Her du wezîran eşkere kirin ku ew danûstandinên zelal girêdayî têkiliyên her du dewletan li dar xistine,  tevî dozên navdewletî yên nakok di nav bera her du dewletan de girêdayî Sûriyê, Venzuêla, Îran, Ukraniya û Afganistanê.

Pompeo li pêşiya rojnamevanan got, eger Rûsya dest bi hilbijartinên 2020`an bike dê têkilî bêtir paşde biçin. Pompeo bang li Moskowayê kir ku xuya bike ku mîna van kirinan êdî bûne tiştek berê.

Ji aliyê xwe ve Sergey Lavrov îdiayên Donald Trump girêdayî hevkariya Moskowayê di hemleya wî ya hilbijratinan de bi "Xeyal" wisafand.

Pompeo di gotina xwe de behsa gelek dosyayn kir jê geşedanên li herêma kendav û ragihand ti agahiyên wî girêdayî êrîşên li dijî keştiyan li eyaleta El-Fecîre li Îmaratê tune ne da ku parve bike.

Pompeo got, wî ji Moskovayê xwestiye ku dest ji piştgiriya serokê Venezuela Nicolas Maduro berde. Lê Moskova bi tundî daxwaza wî red kiriye û wiha domand: "Dem hatiye ku Nicolas Maduro biçe. Nicolas Maduro tiştek ji bilî xizantî ji gelê Venezuelayê re neaniye. Em hêvî dikin ku Rûsya desteka xwe jê bikşîne."

Lavrov di axaftina xwe de got Rûsya bi hevkariya bi DYA`yê eleqedar e û wiha domand: "Ji bo çareserkirina aloziya bi Tehranê  re em koordîneyê bi Washingtonê re dixwazin."

(şx)

 


Mijarên Din