Pompeo ji Ebdulmehdî re: Em êrişên li dijî Amerîkayê efû nakin

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, serokwezîrê Iraqê yê istîfakirî Adil Ebdulmehîd  agahdar kir ku pêwîst e komên birpirsiyarê êrişên ku bargeha Tacî hedef girtine bên lêpirsînkirin, her wiha Pompeo destnîşan kir ku Amerîka êriş û gefên li dijî rihên Amerîkayê efû nake.

Berdevka Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Morgan Ortagos di civîna çapemeniyê de got, wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmedî re duh der barê êrişên dawîn ên li dijî baregeha Tacî ya li Iraqê axivî.

Li gorî berdevk Pompeo diyar kiriye ku: "Amerîka êriş û gefên li dijî amerîkiyan efû nake û dê bergiriyên zêde der barê xweparastinê de pêk bîne."

Şemiya borî li dijî bergeha Tacî ya bakurê paytexta Iraq Bexdayê ku tê de hêzên Amerîkayê hene êrişên dijwar pêk hatin. Di encamê de leşkerên Amerîka û Brîtanyayê hatibû kuştin. Bi wê re jî balafirên Amerîkayê nuqteyên ewlehî û leşkerî yên girêdayî hêzên Iraq û Heşid El-Şabî ve bombebaran kirin.

(fr)

 


Mijarên Din